KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Amedî di berxwedanê de bi biryar in: Çalakiya rûniştinê ya bêdem dest pê kir
Berxwedana gel a li pêşiya avahiya Şaredariya Mezin a Amedê dewam dike. Gel ê ku li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dide, dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kir. -
'Em xwedî li vîna xwe derkevin; em ê ji kolanan neçin'
Berxwedana li ber Şaredariya Amedê dewam dike. Yuksekdag û Tûncel li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê û bang li gel kirin, ku xwedî li vîna xwe derkeve. Gotin, "Em ê ji kolanan neçin." -
Dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet ji Cerablûsê dişîne Mare
Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Şehbayê bi ser neketin, dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet ji Cerablûsê dişîne Mare. -
Gundê Til Midîqê hate rizgarkirin
Gundê Til Midîqê, ku li başûrrojhilatê Bendava Şehbayê ye, ji dewleta Tirk û çeteyên wê hate paqijkirin. Gund azad bû. -
Çaglar Demîrel: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, bi ti awayî em ji vir naçin
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel: Em ê bi gelê xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê bi ti awayî ji vir neçin. -
Amed li ber xwe dide
Polîsên Tirk careke din êrîşî girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Girseya gel bi berxwedanê li ber êrîşan radibe. -
Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata hate binçavkirin
Polîsên Tirk ên êrîşî çalakiya li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, komek binçav kirin ku di nav de Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye. -
Polîsên Tirk êrîş dikin, gelê Amedê li ber xwe dide
Polîsên Tirk êrîşî Amedî û parlamenterên li ber avahiya Şaredariyê ne, kirin. Tevî vê êrîşê jî gel li ber şaredariyê li ber xwe dide. Hejmara welatiyên li ber avahiya şaredariyê li hev civiyane, her zêde dibe. -
Kişanak ji ber axaftina xwe ya li civîna KCD'ê hate binçavkirin
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Tirk a li ser binçavkirina Kişanak û Anli, her du hevşaredar ji ber siyaseta xwe ya demokratîk hatine binçavkirin. -
Demîrtaş û Yuksekdag jî wê tevlî çalakiya girseyî bibin
Demîrtaş û Yuksekdag jî wê tevlî çalakiya protestoyî ya li dijî binçavkirina Kişanak û Anli bibin. -
Li Til-Midîq û Bendava Şehbayê şerekî giran diqewime
Di navbera Hêzên Şoreşger û artêşa Tirk/çeteyên wê de, li derdora Til Midîq û Bendava Şehbayê şerekî dijwar diqewime. -
Ji nava DAIŞ'ê reviyan û teslîmî YPG'ê bûn
Çeteyên ji nava DAIŞ'ê reviyan û teslîmî YPG'ê bûn, qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin. Dan xuyakirin, ku DAIŞ qîmetê nade endamên xwe yên Sûriyeyî, zilmê li gelên Sûriyeyê dike û gotin, "Ti eleqeya DAIŞ'ê bi Îslamê û şoreşa Sûriyeyê re nîne." -
‘Timî şewq dide di dilê me de’
Şervana azadî û rûmetê Dîrok weke zerya û deryayek bû ku gelek berhem tevlî nirxên gelê Kurd dikir. -
Divê gelê Kurd li hemberî êrîşa li dijî vîna xwe rabe ser piyan
KCK: Êrîşa desthilatdariya AKP'ê ya li dijî Hevşaredarên Amedê, êrîşa li dijî vîn û ruhê dîrokî yê Amedê ye. Lazim e gelê Amedê, weke sembola vîna jiyana demokratîk û azad a tevahiya gelê Kurdistanê rabe ser piyan. -
Xebatkarên Şaredariya Amedê li ber xwe didin
Polîsên Tirk êrîşî xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, ku binçavkirina Hevşaredarên xwe şermezar dikin. Xebatkar bi qîrîna dirûşma "Zext nikarin bi me" li ber xwe didin. -
‘Ev darbe ye; bila gelê me rabe ser piyan’
Hevseroka DBP’ê Tûncel binçavkirina Kişanak û Anli weke darbeyekê bi nav kir û got, “Divê gelê me li dijî vê darbeyê rabe ser piyan. Em bang li her kesî dikin ku li ber şaredariyê li ber xwe bidin.” -
Gel ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve diherike
Li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Kişanak û Anli û dagirkirina li avahiya şaredariyê ya ji hêla polîsên Tirk, gel û hilbijartiyan berê xwe dan vir. -
Serçeteyê El-Cebha El-Şamiyê hat kuştin
Fermandarê Giştî yê koma çete ya bi navê El-Cebha El-Şamiyê Ebû Cennat li Şehbayê hate kuştin. -
Hakanê biçûk ê ku duh polîsan li Cizîrê qetil kiribûn hat veşartin
Cenazeyê Hakan Sarak ê ku duh li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê careke din êrîşî Kerkûkê kirin
Li Kerkûkê mabeyna hêzên asayîşê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer rû da. Hate ragihandin şer li gundên Sari Tepe û Wataniye yên girêdayî nahiyeya Leylanê diqewime. -
Kişanak û Anli hatin binçavkirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin. -
Dersimiyan gerîlayên HPG’ê bi girseyî oxir kirin
Gelê Dersimê cenazeyên endamên HPG û YJA Starê Ûgûrcan Akgunduz, Cemal Kaya û Dîlek Gunenc ên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundên wan bi girseyî hatin definkirin. -
Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ser Başûrê Kurdistanê mezin dibe
Bertekên li dijî dagirkerîiya dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Rêxistin û patiyan daxuyaniyek hevpar dan û ev bang kirin: “Divê Gelê Kurd li dijî dagirkeriya dewletaTirk a xaka Başûrê Kurdistanê bertek nîşan bidin.” -
Çakir ê ku dewleta Tirk qetilkir hate definkirin
Li Wanê Îyeç Çakir ê ku di gulereşîna polîsan de hate qetilkirin, hete definkirin. -
Di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê de sivîlek hat qetilkirin, 5 jî birîndar bûn
Navenda Ragihandina YPG destnîşan kir ku êrîşên arteşa Tirk û çeteyên wê li dijî xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û di encama êrîşên 24-25’ê Cotmehê de sivîlek hatiye qetilkirin, 5 sivîl jî birîndar bûne.