Kişanak ji ber axaftina xwe ya li civîna KCD'ê hate binçavkirin

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Tirk a li ser binçavkirina Kişanak û Anli, her du hevşaredar ji ber siyaseta xwe ya demokratîk hatine binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Tirk Kamîl Erkût Gure, her du hevşaredar, di çarçoveya lêpirsîna sala 2015'an de ku bi îdîaya 'hewldana ji bo parçekirina beşek ji axa dewletê' hat vekirin, hatine binçavkirin.

Li gorî vê yekê, Kişanak ji ber ku tevlî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a xweseriya demokratîk lê hat ragihandin bû û li vir axivî, sûcdar tê dîtin. Di daxuyaniya Serdozgeriya Tirk de qala dema civînê nayê kirin, lê belê civîna KCD'ê ya li ser rojeva xweseriyê di 14'ê Tîrmeha 2011'an de pêk ahtibû.

Axaftinên Kişanak ên li pîrozbahiyên Newrozê jî weke sûc hatin nîşandan. Dozgeriya Tirk, bikaranîna wesayîtên şaredariyê ji bo rakirina cenazeyên PKK'yiyan jî weke sûc dît.

Firat Anli jî bi hinceta 'ji ber ku di merasîma cenazeyê ciwanên PKK'yî de wesayîtên şaredariyê hatine bikaranîn' hate binavkirin.