Çeteyên ji nava DAIŞ'ê reviyan û teslîmî YPG'ê bûn, qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin. Dan xuyakirin, ku DAIŞ qîmetê nade endamên xwe yên Sûriyeyî, zilmê li gelên Sûriyeyê dike û gotin, "Ti eleqeya DAIŞ'ê bi Îslamê û şoreşa Sûriyeyê re nîne."
BÊRÎTAN SARYA / HÎVDA HEBÛN
QAMIŞLO
çarşem, 26 kewçêrê 2016, 09:10
Çeteyên ji nava DAIŞ'ê reviyan û teslîmî YPG'ê bûn, qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin. Dan xuyakirin, ku DAIŞ qîmetê nade endamên xwe yên Sûriyeyî, zilmê li gelên Sûriyeyê dike û gotin, "Ti eleqeya DAIŞ'ê bi Îslamê û şoreşa Sûriyeyê re nîne." Çeteyên berê yên teslîm bûn diyar kirin, YPG bi ti awayî bi nebaşî nêzî wan nebûye û bang li kesên di nava DAIŞ'ê de ne lê poşman in kir, ku teslîm bibin.
Çeteyên berê yên ji nava DAIŞ'ê reviyan û teslîmî YPG'ê bûn, ji ANF'ê re qala sedema tevlîbûna li nava DAIŞ'ê, nakokiyên xwe û biryara teslîmê kirin.
EMIYAN: LI JIYANA ŞEXSÎ Û PEREYAN DIFIKIRIN
Mahîr Ebît Ewiyan ê ku navê Ebû Reryan li xwe kir, ji Til Mebrak a Hesekê ye. Ewiyan heta pola 9. çû dibistanê du di sala 2015'an de tevlî nava DAIŞ'ê bû. Li Holê ma. Di sala 2016'an de ji nava DAıŞ'ê reviya û teslîmî YPG'ê bû.
Mahîr Ebît Ewiyan dibêje:
"Dema ez leşkerê rejîmê bûm, reviyam. DAIŞ'ê ez li ser sînorê Tirkiyeyê zevt kir û avêt zîndanê. Endamên DAIŞ'ê yên li zîndanê, ji wan re gotine ku ez mirovekî baş im û eger tevlî nava wan bibim, wê baş bibe. Ji bilî tevlîbûnê çareyeke min tinebû. Bi vî awayî tevlî bûm.
Ji ber ku ez ji rejîmê û ji DAIŞ'ê ditirsiyam, tevlî wan bûm. Lê piştî tevlî bûm, min dît ku endamên DAIŞ'ê ne ji bo Îslamê, ne ji bo parastina axa me, lê ji bo jiyana xwe ya şexsî û pereyan tevlî bûne. Di navbera wan de gelek cudahî jî hene. Mînak; yên biyanî ji yên Sûriyeyî bêhtir bi qîmet tên dîtin.
Ji ber van nakokiyan ez ji nava DAIŞ'ê reviyam. Min bihîstibû ku YPG Sûriyeyiyên ji nava DAIŞ'ê vediqetin efû dike. Ez hatim û teslîmî YPG'ê bûm. Dema li nava DAIŞ'ê bûm, em rojên Înê diçûn mizgeftê. Li mizgeftê ji me re digotin Kurd ji derve hatine, wê ji xwe re dewletekê ava bikin û kafir in. DAIŞ'ê ji me re gotibû 'YPG gel dikuje, çeteyên digire dikuje'. Lê ya me li vir dît, berevajî van gotinan e. Ez dixwazim bang li hemû Sûriyeyiyên li nava DAIŞ'ê ne bikim; Em bi Kurd, Ereb û gelên din re hemû gelên Sûriyeyê ne û di navbera me de ti cudahî nîne. Werin em li ser axa xwe bi hev re bijîn."
CELLÛBÎ: XAPANDIN; ME TIMÎ LI DIJÎ KURDAN ŞER KIRIN
Mûstafa Suleyman Cellûbî yê navê Ebû Ebdey Cellûbî li xwe kir, di sala 1962'an de li Hesekê ji dayik bû. Cellûbî heta pola 9. xwend. Di Hezîrana 2014'an de bi rêya kesekî bi navê kod Ebû Omer Darayî tevlî nava DAIŞ'ê bû. Li Holê perwerde dît û li febrîqeya çekan a DAIŞ'ê ya li Şeddadê xebitî. Cellûbî di 22'ê Nîsana 2016'an de ji nava DAIŞ'ê reviya û teslîmî YPG'ê bû.
"Ebû Omer Darayî li nava gundan digeriya. Hat gundê me û ji me xwest em tevlî DAIŞ'ê bibin. Karekî me tine bû. Got, 'Tevlî bibin, em ê li ber rejîma Sûriyeyê rabin'. Ez li ser vê bingehê tevlî bûm. Lê belê piştî ku tevlî bûm, rastî ne ev bû. Me timî li dijî YPG û Kurdan şer kir.
Ez ji nava DAIŞ'ê reviyam, ji ber ku di nava DAIŞ'ê de qedr û qîmet nebû. Emîran endamên rêxistinê biçûk dixistin. Di navbera kesên ji Sûriyeyê tevlî dibûn û yên ji welatên din tevlî dibûn de cudakarî dikirin. Yên ji derve dihatin, zilm li gelê Sûriyeyê dikirin.
Ev nakokî bi min re peyda bûn. Bi rêya telefonê bi hevsera xwe re axivîm. Herêma me di bin kontrola YPG'ê de bû. Ji min re got, ku YPG bi başî nêzî wan dibe û zilmê li gel nake. Ji min re got, 'Êdî dest ji van hovan berde'. Ez jî di sala 2016'an de teslîmî YPG'ê bûm. Di nava DAIŞ'ê de ji bo Kurdan û YPG'ê digotin, 'kafir' in. Digotin 'Dixwazin dewleta Kurdan ava bikin, dixwazin axa me ji me bistînin û me bişînin Yemenê'. Lê min dît, ku tiştên DAIŞ'ê gotiye, hemû derew in. Piştî ku teslîm bûm, ti nêzîkatiyeke nebaş li dijî min nehat nîşandan."
EBDULLAN: ELEQEYA WAN BI ÎSLAMÊ RE NEBÛ
Çeteyê berê yê bi navê Abdullatîf Suleyman Ebdullah ku navê Ebû Suleyman Sarebî li xwe kir, di sala 1988'an de li Til Hemîsê ji dayik bû û lîse qedand. Ebdullah di sala 2014'am de li Til Hemîsê tevlî nava DAIŞ'ê bû. Di kontrola rê û bikaranîna çekên giran ên DAIŞ'ê de hat wezîfedarkirin.
Di 1'ê Nîsana 2016'an de teslîmî YPG'ê bû: Wiha daxive:
"Dema leşkerê rejîmê bûm, tevlî nava Artêşa Azad bûm û mehekê li nava wan mam. Dûre DAIŞ hat mintiqeya me. Hingî hevsera min, ez û zarokê min em li Til Hemîsê bûn. Ferdên din ên malbata min reviyan û çûn Qamişlo. Dema DAIŞ'ê mintiqe dagir kir, ji bo parastina hevser û zarokê xwe, neçar mam tevlî nava DAIŞ'ê bibim.
Di destpêkê de ji me re gotin ku ew ê li dijî rejîmê şer bikin. Lê belê piştre derket holê, li dijî Kurdan û Erebên li herêmê yên bi Kurdan re tevdigerin şer dikin. Ji me re digotin, 'Mîna Kurdan ew jî kafir' in. Di nava DAIŞ'ê de nakokî gelek bûn. Bi taybetî di nava emîran de. Ji xwe piraniya emîran, kesên ji derve hatibûn. Ew li cihê xwe rûdiniştin û Sûriyeyî dişandin şer. Wekî din ênji derve dihatin, ji bo bibin emîr diketin nava pêşbirkê. Qaşo ji bo Îslam û ol dihatin. Lê belê ti eleqeya wan bi Îslamê re nebû.
Ji ber van nakokiyan ez ji nava DAIŞ'ê reviyam û çûm Tirkiyeyê. Bi qasî 4-5 mehan li Stenbolê li febrîqeyeke şûşeyan xebitîm. Dûre bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîm. Wan ji min re gotin, li mintiqeya wan YPG bi başî nêzî gelan dibe û bi heman rengî nêzî wan dibe. Lewma min biryar da teslîm bibim."
AHMED: SÛRIYEYÎ NEHÊJA DIHATIN DÎTIN
Ferac Ahmed ê navê Ebû Elî Şeddadê li xwe kir, ji Şeddadê ye. Di sala 2015'an de tevlî nava DAIŞ'ê bû. Di sala 2016'an de teslîmî YPG'ê bû.
"Pişsmamê min endamê DAIŞ'ê bû. Bi rêya kesê bi navê Ebû Bekir Mergebe tevlî nava DAIŞ'ê bûm. Di nava DAIŞ'ê de ji me re digotin, 'Ji bo ol em ê li dijî kafirên ji Qendîlê û ji Amerîkayê hatine şer bikin'. Lê nedigotin em ê li dijî gelên Sûriyeyê şer bikin. Digotin 'Kurd ji Qendîlê, ji Tirkiyeyê hatine, kafir in û dixwazin axa me ji me bistînin'. Digotin 'DAIŞ hatiye ji bo alîkariyê bide Ereban'.
Di nava DAIŞ'ê de yên ji derveyî Sûriyeyê dihatin, bi giranî dibûn emîr. Endam jî bi giranî ji me, ji Sûriyeyiyan pêk dihat. Li eniyên pêş Sûrieyeyiyan cih digirtin, lê belê ti qîmeta wan tine bû. Mesela; yên ji derve dihatin cihê wan xweş bû; wesayîtên wan, malên wan, her tiştên wan hebûn. Lê rewşa me ne bi vî rengî bû. Mînak; ji bo zewacê 1000 Dolar didan. Piştî hefteyekê dihatin û dixwestin wî pereyî li wan vegerînin. Dema tu li ber radibû, te davêt nava zîndanê. Ev yek bû sedem ku bikevim nava nakokiyê. Gel ji vê rewşê aciz bû. Rojekê malbata min nehişt ez ji malê derkevim û ji min re got 'neçe'. Dûre hatin ez girtin. 10 rojan ez avêtin zîndanê û piştre şandin eniya pêş a şer. Li zîndanê îşkence li min kirin. Di nava DAIŞ'ê de min rastiya wan fêhm kir.
Ji ber van nakokiyan ez teslîmî YPG'ê bûm. Dema teslîm bûm, agahiya min zêde der heqê Kurdan de nebû. Min nizanîbû ku çeteyên teslîm dibin nakujin. Li vê derê, min nêzîkatiyeke însanî dît."
TÛFEHÎ: YPG'Ê TIŞTEKÎ NEBAŞ BI ME NEKIR
Ahmed Mûhammed Elî yê navê Ebû Abdûrrahman Tûfehî li xwe kir, ji Tirbespiyê ye. Tûfehî di Kanûna 2014'an de tevlî nava DAIŞ'ê bû. Tûfehî li nava DAIŞ'ê bû polîs û li eniya şer cih girt. Di Hezîrana 2016'an de ji nava DAIŞ'ê reviya û teslîmî YPG'ê bû.
"Ez bi rêya hevalekî xwe, ku ew bi xwe jî çete bû, ji bo şerê li ser navê Îslamê tevlî DAIŞ'ê bûm. Ez hingî bêkar bûm. Karekî ku bikim jî li herêmê tine bû.
Lê min di nava wan de Îslam nedît. Gelek endamên DAIŞ'ê yên ji derve hatin, gelê herêmê bi kafirtiyê sûcdar dikirin. Bi taybetî endamên DAIŞ'ê yên ji Tûnisê gelekî nebaşî li gel dikirin. Van ez ji DAIŞ'ê dûr dixist.
Ji malbata min gelek kes û gelek nasên min tevlî YPG'ê bûbûn. Têkiliya min bi wan re hebû. Ji min re gotin 'Were xwe teslîmî YPG'ê bike. Tiştekî bi mirovan nakin. Federasyonê ava dikin. Di nava vê federasyonê de hemû gel bi wekhevî dijîn'. Li ser vê yekê ez jî ji nava DAIŞ'ê reviyam û di Hezîrana 2016'an de teslîmî YPG'ê bûm. Bi nebaşî nêzî me nebû. Min dît ku li Rojava, ji nava DAIŞ'ê bêhtir mirov bi ola xwe, bi Îslamê dijîn."
SALIH: JI SERJÊKIRINÊ HEZ DIKIN
Ome Salih ê navê Ebû Alî li xwe kir, di sala 1969'an de li Til Hemîsê ji dayik bû, di Tîrmeha 2014'an de tevlî nava DAIŞ'ê bû. Li bendên kontrolê yên DAIŞ'ê û embarên genimhat wezîfedarkirin. Di 1'ê Nîsana 2016'an de tevî kurê xwe, ku mîna wî çete bû, ji nava DAIŞ'ê reviya.
"Bi rêya emîrê DAIŞ'ê yê bi navê Ebû Îsmaîl di sala 2014'an de tevlî nava DAIŞ'ê bûm. Emîr ji min re got, ew li dijî rejîmê ji bo Îslamê şer dikin. Ez jî ji ber vê sedemê tevlî nava wan bûm.
Lê belê piştî wextekê min dît, ku ne li dijî rejîmê, lê li dijî gelên li herêmê şer dikin. Di nava DAIŞ'ê de di navbera emîran û endaman de yekîtî nîne. Hin jê ji serjêkirinê hez dikin. Piraniya wan ne ji bo baweriyê, ji bo pereyan tevlî dibin. Di nava lêgerînên şexsî de ne. Ev hemû bûn sedem ku ez biryarê bidim ji nava DAIŞ'ê derkevim.
Di 1'ê Nîsana 2016'an de tevî kurê xwe ku mîna min endamê DAIŞ'ê bû, em reviyan û hatin Tirkiyeyê. Li wê derê bi malbata xwe re axivîm. Ji min re gotin, ku YPG ne weke DAIŞ'ê ye. Gotin; YPG bi başî nêzî mirovan dibe û axa me nehatiye desteserkirin. Ez ji Tirkiyeyê derbasî Rojava bûm. Û hatim teslîmî YPG'ê bûm. Min ti nebaşî nedît."
SÛDÎ: DI NAV WAN DE GELEK TIRK HENE
Seddam Ahemd Yasmîn ê navê Ebdûllah Sûdî li xwe kir, di sala 1973'an de ji dayik bû û heta pola 8. xwend. Di sala 2013'an de dema DAIŞ ket nava Til Koçerê tevlî nava çeteyan bû. Li Til Koçer, Hol û Şeddadê ma. Wekî din ji bo DAIŞ'ê çû Iraqê, şer kir û di sala 2016'an de ji nava DAIŞ'ê reviya û teslîmî YPG'ê bû.
"Ji min re gotin, ku ew ê dewleta Îslamê ava bikin, lewma tevlî DAIŞ'ê bûm. Tevlî şerê Til Koçerê bûm û li wir birîndar bûm. Emîr ji endaman hez nakin. Emîr hêja tên dîtin, lê endam nehêja tên dîtin. Di nava DAIŞ'ê de, ewilî zêdeyî nîvî biyanî bûn. Ji her miletî mirov hebûn. Lê di dema dawî de kêm bû. Gelekî Tirk hene. Biyanî ji me bêhtir hêja dihatin dîtin. Piraniya wan emîr bûn û ji bo me digotin 'leşkerên me'.
Li cihê lê şer dikirin, mirov dikuştin. Digotin, 'Çi karê wan li nava yên din hene. Bila werin tevlî me bibin. Eger di nava wan de ne, wê demê ew jî kafir in'. Yanî ti cudahî nedixistin nava sivîlan û leşkeran. Piştî ku cihê xwe di nava gel de çêdikirin, êdî dest bi zilmê dikirin.
Xaniyê ku xera nedikirin, mirovên nedikuştin, nedihiştin. Min nekarîbû vê qebûl bikim. Ol dikirin amûra siyasetê. Piştî ku min ev hemû dît, min nerazîbûn nîşanî DAIŞ'ê da û êdî pirsgirêk der bû.
Piştî ku min bihîst YPG bi başî nêzî mirovan dibe û şensekê dide mirovên şaşitiya xwe dîtiye û teslîm bûye, min biryar da teslîm bibim. Wekî din min dixwest li axa xwe vegerim. Piştî ku hatim vê derê, min dît ku Kurd demokrat in û mirovên baş in. Em li vê derê bi baweriya xwe dijîn. Ol jî heye; em dikarin rojiyê jî bigirin, nimêjê jî bikin."
HEWAS: PIŞTÎ KU MIN BIHÎST YPG BI BAŞÎ NÊZ DIBE, EZ HATIM
Atîlla Hewas ê navê Ebû Welîd Zekad li xwe kir, di sala 1969'an de li Til Hemîsê ji dayik bû. 2 meh beriya Til Hemîs ji aliyê YPG'ê ve bê rizgarkirin, tevlî DAIŞ'ê bû. Dibêje di nava DAIŞ'ê de karê zekatê dikir. Wiha qala xwe dike:
"Pereyê min tine bû. Li herêma me, karekî bikim jî tine bû. Ez ji bo pere tevlî nava DAIŞ'ê bûm.
DAIŞ dema hat herêma me, ji me re got ku ji bo Îslamê ew ê li dijî rejîmê şer bikin. Lê belê rastî ne bi vî rengî bû. Li dijî Kurdan û gelê herêmê şer dikirin. Ji her kesî re digotin 'kafir'. Lewma ez ji nava DAIŞ'ê derketim.
Min bihîst ku YPG kesên ji DAIŞ'ê qut dibin û teslîm dibin nakuje û bi başî nêzî gelê herêmê dibe. Ji ber vê yekê teslîmî YPG'ê bûm. Li nava DAIŞ'ê birayekî min jî hebû. Ew jî hat û teslîmî YPG'ê bû. Bi ti awayî bi nebaşî nêzî me nebûn."