Bi armanca şermerzarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê bi sedan eks hatin ber avahiya şaredariyê. Polîsên Tirk ên dor li avahiya şaredariyê girtine, êrîşî girseya gel a li ser kolana Lîse kirin.
Li dijî vê êrîşa polîsan Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Besîme Konca û Ayşe Acar Başaran derketin pêşiya TOMA. Polîsên Tirk bi ser wekîlan ve meşiyan û bi ço û mertalan êrîşî Ûca, Konca û Başaran kirin. Ji ber lêdana bi ço, Ûca ji ser hişê xwe çû.
Tevî vê êrîşa dijwar a polîsên Tirk jî , Amedî ji kolana Lîseyê dernakevin û bi qîrîna "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Zext nikarin bi me" li ber xwe didin.
Hejmara mirovên li herêmê li be xwe didin, kêlî bi kêlî zêde dibe.