Demîrtaş û Yuksekdag jî wê tevlî çalakiya girseyî bibin

Demîrtaş û Yuksekdag jî wê tevlî çalakiya protestoyî ya li dijî binçavkirina Kişanak û Anli bibin.

Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çalakiyên protestoyî dewam dikin. Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevî parlamenterên HDP'ê wê beşdarî çalakiyên protestoyî bibin. Hevserok û parlamenter wê îro saet di 11:00 de beşdarî çalakiya li Amedê bibin.

Wekî din, hemû rêxistinên HDP'ê wê li her cihî saet di 11:00 de dakevin kolanan û mafê xwe yê protestoyî bi kar bînin. Ev çalakî wê bênavber dewam bike.