NÛ BÛ

Kişanak û Anli hatin binçavkirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî ji aliyê polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Bajêr ve hatin binçavkirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, vê êvarê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsînên arasteyî PKK’ê de der barê hevşaredaran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de Hevşaredar Gultan Kişanak li Balafirgeha Amed û Hevşaredar Firat Anli jî li navnîşana xwe ji aliyê Polîsên TEM’a Midûriyeta Polîsan a Amedê ve hatin binçavkirin.

Kişanak a ku li Balafirgehê hat binçavkirin, ji Enqereyê vedigeriya. Kişanak, îro ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ku têkildarî helwdana derbeya 15’ê Tîrmehê û bandora wê yî li ser siyasetê hatibû avakirin, hat guhdarîkirin. Piştî komîsyonê navber dayê, Kişanak jî bi balafirê vegeriya Amedê. Dema ji balafirgehê dadikeve, tê binçavkirin.

Li malên Kişanak û Anli yên hatin binçavkirin hê jî lêgerîn didome.

Piştî hevserok hatin binçavkirin, polîsan hemwext bi ser Şaredariya Bajarê Mezin jî girtin. Gelek polîsên Tirk li gel TOMA û wesayîtên zirxî yên Akrep ve dora avahiya şaredariyê girtin. Xebatkarên şaredariyê dema xwestin bikevin avahiyê ji hêla polîsên Tirk hatin astengkirin. Mabeyna xebatkar û polîsan de alozî dewam dike, têkîldarî serdegirtinê ti agahî nehatine parvekirin.

Polîsên tîmên taybet li banê şaredariyê û her qadê şaredariyê hatine bicihkirin.

Parlamentera Amedê ya HDP’ê Feleknas Ûca û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen piştî agahiya serdegirtinê bihîstin hatin pêşiya şaredariyê.