KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xebatkara Azadiya Welat Yildiz hat binçavkirin
Belavkara Azadiya Welat Leyla Yildiz li Rezanê hat binçavkirin. -
Qesra binê erdê ya emîrên DAIŞ'ê
Piştî ku gundê Medîban ê Şengalê ji aliyê YBŞ û HPG'ê ve hat rizgarkirin, tunel, qenal û şikeftên binê erdê yên çeteyên DAIŞ'ê derketin holê. Yek ji van jî li Çiyayê Kolikê derket holê û xuya ye ev şikeft ji aliyê emîrên DAIŞ'ê ve hatiye bikaranîn. -
Kaya: Qeyûm dixwaze li Nisêbînê mirovan nehêle
Hevşaredara Nisêbînê Kaya da xuyakirin, ku qeyûm dixwaze li Nisêbînê mirovan nehêle û got, "Em ê li ber xwe bidin, em ê dest ji Nisêbînê bernedin." Kaya, ji ber hatina zivistanê ji bo Nisêbînê banga alîkariyê kir. -
'Em ê bi hev re li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin'
Ji rêveberên MSD'ê Hîkmed Habîb got, "Divê ciwanên me hê bêhtir tevlî nava QSD, Artêşa Hêzên Şoreşger û siyaseta demokratîk bibin." -
Yên ji van çiyayan hez bikin, ev çiya jî wan diparêzin
Gerîlayên YJA Starê li Avaşînê derbên giran li artêşa Tirk dixin, di şer û jiyanê de bi roleke aktîf radibin. Ev têkoşerên ku 24 seatan cihê xwe di çeperên berxwedanê de digrin, tevî şerê dijwar jiyana xwe bi parvekirinên watedar ve derbas dikin. -
Li şûna endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê qeyûm hat bicihkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirk, endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mujde Bozan ji wezîfeyê girt û li şûna wê qeyûmekî xwe bi cih kir. -
Heyva Sor: Her kesê xwedî wijdan divê destekê bide gelê Botanê
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Bîlgîn, ji bo bajarên Kurdistanê yên ji ber êrîşên AKP'ê xera bûne, banga mezinkirina piştgiriyê kir û got, "Zivistana li Botanê dijwar e. Divê gel xwedî li mirovên li wir derkeve." -
Artêşa Tirk êrîşî Dirbêsiyê dike
Artêşa Tirk îro saet di 00.00 de gundê Qermanê yê bi 3 kîlometreyan li rojavayê bajarê Dirbêsiyê ye, gule li welatiyên sivîl barand. -
Li dijî êrîşan, perwerdeya rojekê
Operasyona Ertûşê dewam dike. Gerîlayên li vê derê cihê xwe di çeperan de girtin, li dijî hemû şert û mercên neyînî yên şer bi tedbîr in. Gerîla di heman rojê de perwerdeyê dibînin û li dijî artêşa Tirk cihê xwe di nava çeperan de digirin, -
Xelîl: Operasyona Reqqayê wê di demeke nêz de dest pê bike
Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, hêzên Koalîsyonê û hêzên QSD'ê, ku YPG jî di nav de ye, li ser operasyona Reqqayê li hev kirine. -
5 şervanên ku di êrîşên çeteyên Tirk de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
Cenazeyên 5 têkoşerên berxwedaniya herêma Şehbayê ya li dijî êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk şer kirin, li Efrînê hatin oxirkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Tekîn ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Vedat Tekîn (Soro Zerdeşt) ê di bomberdûmana balafirên şer de li bejahiya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Hêzên Şoreşger nasnameyên 9 şervanan ragihand
Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger ên Hevbeş li Herêma Şehbayê bi daxuyaniyekê nasnameyên 9 têkoşerên berxwedaniya li hemberî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, ragihand. -
Di êrîşa dewleta Tirk de Rêveberê Sîstema Federaliya Demokratîk birîndar bû
Di berxwedana gundê Sorka ya Efrînê de Rohilat Arîf ê di rêveberiya Sîstema Federaliya Demokratîk de cih digirt birîndar bû. -
Malbatên Roboskî: AKP/Erdogan di asta herî jor de dijminatiya Kurdan dike
Malbatên Roboskî bertek nîşanî xirakirina konbajarên li Şirnexe û binçavkirina Kişanak û Anli dan û diyar kirin ku wê gelê Kurd ti caran serî netewîne. -
Til Temir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Bakurê Kurdistanê rabû
Şêniyên bajarê Til Temir a Rojava bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Asûrî li dijî kiriyarên dewleta dagirker a Tirk çalakî li dar xistin û diyar kirin ku wê bi berxwedan û têkoşînê hesab ji hêzên dagirker û mêtinger bixwazin. -
Gerîlaya YJA Starê Gungor hat oxirkirin
Gerîlaya YJA Starê Adar Gungor a ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê hat veşartin. -
3 gerîla ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê Mehmet Zana Ozcan (Dara Alî), Cahît Beyhan (Seyîd) û Şehrîban Kaya (Nûda Wan) bi merasîmek girseyî ve ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin. -
Artêşa Tirk Çiyayê Garê topbaran dike
Artêşa Tirk çiyayê Garê ya li herêma Behdînan topbaran dike. -
Parêzeran ji bo Kişanak û Anli îtîraz kirin
Parezerên Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kşanak û Firat Anli der barê biryara veşartî ya binçavkirinê de li dadgehê îtîraz kirin. -
Di çalakiyan de 5 leşker hatin kuştin
Di çalakiyan de ku gerîlayên HPG/YJA Starê li dar xistin, qasî hat zelalkirin 5 leşker hatin kuştin. -
Heyva Sor a Kurdistanê piştevaniya bi Şirnexê re didomîne
Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo piştevaniyê gelê Şirnexê 28’ê Îlonê kampanya alîkariya lezgîn dabû destpêkirin, ji bo gel 500 hezar euro û 30 hezar dolar şand. -
Şaredariya Amûdê destek da şaredariyên li Bakurê Kurdistanê
Şaredariya Gel a Amûdê êrîşa dewleta Tirk a li ser şaredariyên gel ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta dagirker dixwaze bi van êrîşan îradeya gel bişkîne. -
Çalakgerê fedayî Norşîn: Em ê hesabê Îmraliyê bipirsin
Gerîla Dijwar Norşîn ê li Dersîmê li dijî qereqolê çalakiya canbexşane pêk anîbû, di dîmenê beriya çalakiyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em ti carî tecrîdê qebûl nakin û em ê her tim hesap bipirsin." -
YPS: 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin
YPS'ê diyar kir, ku li Sûr û Kerboranê çalakî hatine lidarxistin û di encamê de 2 çeteyên Qesrê hatine kuştin.