Hevşaredara Nisêbînê Kaya da xuyakirin, ku qeyûm dixwaze li Nisêbînê mirovan nehêle û got, "Em ê li ber xwe bidin, em ê dest ji Nisêbînê bernedin." Kaya, ji ber hatina zivistanê ji bo Nisêbînê banga alîkariyê kir.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
în, 28 kewçêrê 2016, 10:10
Piştî bomberdûmana bi mehan a li Nisêbînê, vê carê dagirkeriya qeyûm li navçeyê rû da. Qeyûm ê şaredarî dagir kir, ji aliyê gelê Nisêbînê ve mûxatab nayê dîtin. Vî qeyûmî, projeyên li ser çêkirina xaniyan ji bo mirovên xaniyên wan xera bûne, betal kir. Li dijî qeyûmê dewleta Tirk ê dixwaze li Nisêbînê mirovan nehêle, şêniyên navçeyê tevî hevşaredarên xwe li ber xwe didin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, ji ANF'ê re qala pêkanîn û armancên qeyûm kir.
'EM BI GEL RE HEWL DIDIN PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN'
Kaya da xuyakirin, ku şaredarî ji 11'ê Îlonê û vir ve ji aliyê qeyûm ve bi zora çeka dewletê hatiye dagirkirin û bibîr xist, ku li navçeyê hê jî hêzên dewletê xaniyan xera dikin. Kaya diyar kir, ew hewl didin pirsgirêkên gel çareser bikin, ji bo vê projeyan dafirînin û anî ziman, ku did emeke bi vî rengî de şaredarî ji aliyê qeyûm ve hatiye dagirkirin.
Kaya got, "Şeş taxên navçeyê ku zêdeyî nîvê Nisêbînê ye, ji aliyê dewletê ve bi temamî hatin şewitandin û xerakirin. Piştî ku qeyûm şaredarî desteser kir, projeyên çareseriyê jî hatin sekinandin. Lê tevî vê yekê jî em hewl didin bi gelê xwe re pirsgirêkan çareser bikin."
'DIXWAZIN LI NISÊBÎNÊ MIROVAN NEHÊLIN'
Hevşaredar Kaya da zanîn, bi hatina qeyûm re li taxên bi têlê dor li wan hatiye girtin, hilweşandina xaniyan dewam kiriye û ragihand, ev yek ji bo pêşîgirtina li vegera gel tê kirin. Kaya destnîşan kir, ku divê taxên dor li wan hatine girtin û hatine xerakirin, derhal li gel werin vekirin û got, "Mirovên li van taxan dijîn tên cem me û dibêjin, 'Xanî tinebe jî em ê biçin li wir di ibnê konan de bijîn. Em dixwazin li taxên xwe vegerin'."
'EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYA HILWEŞANDIN Û KOÇBERIYÊ LI BER XWE BIDIN'
Kaya da zanîn, weke hilbijartiyên gel, çi dibe bila bibe ew ê tevî gelê xwe li dijî polîtîkaya hilweşandin û koçberkirinê li ber xwe bidin, ti carî dest ji Nisêbînê bernedin û anî ziman, ji bo wan cih ne girîng e ew ê her tim bi gel re rêveberiya xwe bidomînin û hîn bêhtir rêyên çareseriyê peyda bkin.
Kaya bibîr xist, avahiya wan a partiyê, ji bo karê bi gel re navendeke gelekî girîng e û got, "Em li avahiya partiyê bi gel re ne. Em amade ne bi her awayî bersivê bidin pêşniyarên gelê xwe."
'GELÊ NISÊBÎNÊ WÊ LI DIJÎ HILWEŞANDIN Û QEYÛM BÊDENG NEMÎNE'
Hevşaredar Kaya da xuyakirin, ku bi malbatên xaniyên wan xera bûne ew yekser têkiliyê datînin û heta niha bi 5 hezar malbatên Nisêbînî re têkilî danîne. Kaya anî ziman, di van hevdîtinan de wan hilweşandin û dagirkeriya qeyûmê dewletê ji gel re vegotine û wiha dewam kir: "Haya gelê Nisêbînê ji her tiştî heye û gelekî ku timî bi têkoşîna xwe re ye. Gelê Nisêbînê wê hem li dijî hilweşandina ji aliyê hêzên dewletê ve tê kirin, hem jî li dijî dagirkeriya qeyûm bêdeng nemîne."
'QEYÛM ÊRÎŞÎ NAVENDÊN JINÊ Û ÇANDÊ DIKE'
Kaya ragihand, mîna hemû qeyûmên şaredariyên Bakurê Kurdistanê dagir kirine, qeyûmê hatiye Nisêbînê êrîşî navendên çandê û jinan kiriye û got, "Bi vê yekê ve dixwaze jinan careke din li hundirê malê bike hepsî û nasnameya Kurd asîmîle bike."
Kaya bibîr xist, ku qeyûm dijminê vîna jinê ye û destnîşan kir, weke bajarê jinê Nisêbîn wê heta dawiyê li dijî zîhniyeta serdest a mêr a paşverû li ber xwe bide.
'PÊWÎSTIYA GELÊ NISÊBÎNÊ BI ALÎKARIYA LEZGÎN HEYE'
Hevşaredar Kaya diyar kir, bi hezaran malbatên Nisêbînî ji bo cih û warên xwe neterikînin, di nava şert û mercên gelekî zehmet de hewl didin bijîn û işaret bi hatina zivistanê kir.
Kaya destnîşan kir, ku divê alîkarî ji gelê Nisêbînê re were dayîn û got, "Li dijî şert û mercên Zivistanê, lazim e piştgirî ji gelê Nisêbînê re were dayîn. Em dixwazin gelê Kurdistanê destekê bide Nisêbînê."