KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya kesê li Amedê hat kuştin eşkere bû
Hat hînbûn ku nasnameya kesê piştî çalakiya li dijî polîsan a Amedê hatibû kuştin Nezîr Çîçek e. Dozger destûr neda ku malbat bikaribe cenaze nas bike. -
Li Amedê gel xwedî li şaredarî û hevserokên xwe derdikeve
Gel, girtina hevşaredarên xwe Kişanak, Anli û berdevka KJA’yê Ata şermezar dike û li ber şaredariyê nobetê digire. -
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Aydemîr li Amedê hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Emîne Aydemîr (Amara Diljîn) a li navçeya Elbakê jiyana xwe ji dest da, li ser wasiyeta wê ji aliyê jinan ve li Amedê hate veşartin. -
Mamoste û karmendên li Başûrê Kurdistanê ji bo mûçeyên xwe daketin kolanan
Li bajarên Silêmanî, Helebe û navçeya Kelarê çalakiyên mamoste û karmendan ên ji bo wergirtina mûçeyên xwe, dest pê kirin. -
Bi sedan welatiyên ji DAIŞ'ê reviyan hatin Minbic a azad
Bi sedan welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ'ê ji bajarê Deyr El-Zor direvin berê xwe didin, Minbic a ku di 13'ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin. -
Mertalên Zindî yên cezayê girtîgehê li wan hat birîn: Em ne poşman in
Cezayê girtîgehê yê 4 sal û 2 mehan dane Meles Tekîn (75) û Mewlûde Başdaş ku li çiyayê Bagokê bûbûn Mertalên Zindî. Herdu jinan gotin, "em ne poşman in." -
Zarokên Fîskayayê pirtûkxaneya xwe dixwazin
Şêniyên taxa Fîskaya ya Amedê dixwazin, pirtûkxaneya Şehîd Îsmaîl Mizrak a hatiye xerakirin, ji nû ve bê çêkirin. -
DBP: Em hevgiriya enternasyonalîst a Kobanê bidomînin!
DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û li dijî faşîzm û barbariya banga hevgiriya enternasyonalîst kir. -
Li şûna qeyûmên îstifa kirin qeyûm hatin bicihkirin
Li şûna 3 qeyûmên li Şaredariya Erxeniyê hatibûn erkdarkirin û van qeyûman îstifa kirin, qeyûmên nû hatin bicihkirin. -
Artêşê Tirk kuşt, dadgeriyê jî nixumand
Dosya Fatma Erkan a 13 salî, ku di sala 1993'an de ji aliyê artêşa Tirk ve hat kuştin, ji ber 'wext di ser re derbas bû' betal bû. -
Li Meletiyê serdegirtina malan
Li Meletiyê polîsên Tirk bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan ve girtin. -
Dewleta Tirk vê carê jî guleyan li Şirnexiyên li binê konan direşîne
Şêniyên Şirnexê, piştî ku konên wan ên li gundên nêzî Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rakirin, li kulûbeyan bi cih bûn. Lê dewlet li vir jî êrîşî gel dike. -
Lietz: Divê Erdogan û hikûmet dev ji şîdetê berde
Arne Lietz, ê ji bo lêkolînan hate Amedê diyar kir ku çareseriya binpêkirinên mafan ew e ku Serokomarê Tirk Erdogan, hikûmet û hêzên dewleta Tirk dev ji şîdetê berde û vegere pêvajoya aştiyê ye. -
Polîsan di binê çavan de ji Akat re gotin wê bê girtin
Xebatên Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata ku li nava nava KCD'ê meşand, weke 'karên rêxistineke li derveyî qanûnan' hatin nîşandan. Polîsên Tirk hê di binê çavan de ji Ata re gotin, "Tu êdî girtî ye. Em ê te bibin Stenbolê." -
Li Şirnexê bendên lêgerînê radestî nobedaran hatin kirin!
Dewleta ku di şerê li Kurdistanê de gelek kuştiyên xwe çêbû, bi girtina kar a nobedaran re dixwaze hejmara kuştiyên xwe veşêre. Li cihên ku beriya niha bi sedan polîs û leşker mirin, nobedar (bekçî) hatine bicihkirin. -
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kirin
Dayikên Aştiyê li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Dayika gotin, heta serketinê ew ê li ber xwe bidin. -
Li Mêrdînê herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdînê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiyên DBP'ê û gelek malan. Di serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. -
'Li şûna tecrîdê, pêwîstî bi azadiyê heye'
Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, Îmrali bi hiqûqeke taybet tê birêvebirin ku ev hiqûq li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. -
Kon ne li gorî şertên zivistanê ne!
Gelê Nisêbînê yên ku ev 8 meh in li gundê Bawernê di konan de di berxwedana jiyanê de ne, bi sarbûna hewayê re diyar dikin bêhtir zor li wan dibe û ji gel destek xwestin. -
‘Hûn bi polîtîkayên îmha û înkarê nikarin Kurdan’
Hevşaredarê Şaredariya Pirsûsê yê ku di konê sersaxiyê yê li mala gerîlayê HPG’ê Alîşêr Firat (Ahmet Can) hatî vedan de axivî diyar kir ku gelê Kurd bermaber rejîma AKP/Qesrê winda nake. -
Polîsan bi ser buroya DÎHA’ya Agiriyê de girtin
Polîs li gel mufetişên maliyeyê bi ser buroya Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) a Agiriyê de girtin. -
SES: AKP wê têk biçe, em ê bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara got, "AKP wê têk biçe, em ê bi ser bikevin." -
Li Êlihê çalakiya 'dest nede vîna min' dewam kir
Çalakiya 'dest nede vîna min' ku li Êlihê ji aliyê HDP, DBP û KJA'yê ve piştî desteserkirina şaredariyê hate destpêkirin, îro cara pêncan hate lidarxistin. -
Gerîlayan li Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê derbên li artêşa Tirk xistin. Di van çalakiyan de 16 leşker hatin kuştin. -
Walitiya Amedê sûc û berpiryariya xwe dixe stûyê Şaredariyê
Ji roja ku hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Kişanak û Anli hatin binçavkirin, Walitiya Amedê ku bi gefan xizmetên şaredariyê da sekinandin û dest li mekîneyên kar daniye, berpirsyariya gilêşa bajêr li ser şaredariyê dihêle.