Dewleta Tirk vê carê jî guleyan li Şirnexiyên li binê konan direşîne

Şêniyên Şirnexê, piştî ku konên wan ên li gundên nêzî Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rakirin, li kulûbeyan bi cih bûn. Lê dewlet li vir jî êrîşî gel dike.

Li Şirnexê "qedexeya derketina derve" ev 8 meh in dewam dike. Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li dijî Şirnexiyên naxwazin cih û warên xwe biterikînin, dewam dikin. Şirnexiyên ku ji ber qedexeyê li cihekî dûrî navenda bajêr kon vedan, hewl didin li vir bijîn. Lê belê hêzên dewletê êrîşî wan dikin û zexta koçberiyê li wan dikin. Şirnexiyan li derdora gundên Toptepe û Îkîzceyê ji xwe re kulûbe çêkirin, lê pêr leşker û cerdevanan gule li kulûbeyan reşandin. Ji ber vê êrîşê Belkis Katar a ducanî birîndar bû û gel ew rakiribû nexweşxaneyê.

DAYIK KATAR: KONÊN ME RAKIRIN, GULE LI ME REŞANDIN

Dayik Emîne Katar da xuyakirin, ku 8 meh in ew li benda rakirina qedexeya li Şirnexê ne û ragihand, ku di destpêkê de li konan, niha jî li kulûbeyên wan ji bo xwe çêkirine, hêzên dewletê êrîşî wan dikin. Dayik Katar got, "Ev 8 meh in ji ber zora dewletê em li dûrî axa, xwe mala xwe ne. Me jî ji xwe re kon vedan. Jİ ber ku me nexwest biçin bajarekî din. Lê dewletê bi kepçeyan konên me rakir. Tevî keça xwe me hewl da xaniyekî bi vî rengî çêbikin. Lê vê carê jî gule li me reşandin."

'EM Ê BI TI AWAYÎ NEÇIN'

Katar da xuyakirin, ku leşker û cerdevanan her êvarê gule li wan direşînin û pêr jî i heman rengî gule li derdorê reşandibûn. Katar got, "Ji tirsa me nikarîbû serê xwe rakin. Keça min jî li mutbexê xwarin amade dikir. Dema rahişt sêniyê, fîşek li sînga wê ket. Ji xwe keça min ducanî bû, em bi saetan li benda hatina ambûlansê man. Me ew bir nuqteya sanayî, lê nedihiştin em derbas bibin. 4 saetan nehiştin em keça min bibin nexweşxaneyê. Di ser re ji me dipirsîn ku fîşek ji kîjan alî ve hatiye. Me jî gotin leşker û cerdevanan gule berdan, lê qebûl nekirin."

Dayik Emîne Katar herî dawî destnîşan kir, ku tevî êrîşan jî ew ê bi ti awayî koç nekin.