Mertalên Zindî yên cezayê girtîgehê li wan hat birîn: Em ne poşman in

Cezayê girtîgehê yê 4 sal û 2 mehan dane Meles Tekîn (75) û Mewlûde Başdaş ku li çiyayê Bagokê bûbûn Mertalên Zindî. Herdu jinan gotin, "em ne poşman in."

Mewlûde Başdaş û Meles Tekîn a 75 salî ku 1’ê Cotmeha 2015’an li bejahiya Çiyayê Bagokê ya Nisêbînê a Mêrdînê, ji bo ku pêşî li operasyonan bigirin bûbûn Mertalên Zindî 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê xwarin. Meles Tekîn diyar kir ti aliyê hiqûqî yê vî cezayê nîn e û ew bi mebesta ku li pêş operasyonan bibin asteng çûne û ew qet ne poşman in. Tekîn diyar kir, ew, ji bo ku kes nemire çûne wir û bûne mertalên zindî û wiha domand, "Me got bila ev xwîn raweste, aştî were, ne leşker û ne jî zarokên me nemirin"

'EZ NATIRSIM; DÎSA BIBE EZ Ê DÎSA BIÇIM'

Tekîn diyar kir, piştî ku ew weke mertalê zindî çû Çiyayê Bagokê bi rojekê hate binçavkirin, di dema binçavkirinê de, di îfadeya xwe de gotiye, ew ji bo aştiyê çûye. Tekîn wiha domand, "4 sal û 2 meh ciza dane me. Ez jineke 75 salî me. Nexweşiya min a pişik, gurçik û zik heye û ez tedawiya pişikê dibînim. Ez vê cizayê qebûl nakim. Ez ji bo aşiyê çûm, ne poşman im ku çûme, dîsa bibe ez ê dîsa biçim. Niha 4 sal ciza dane min, îro ji bo aştiyê be, kûder be ez ê biçim. Ez natirsim ku 4 salan li girtîgehê bim."

'NE POŞMAN IM'

Mewlûde Başdaş jî got, ji bo ku pêşî li operasyonan bigirin û êrîşa ser goristanan bidin rawestandin ew bûye mertalê zindî. Başdaş got, em dixwazin aştî çêbibe û wiha dom kir, ‘’Bila ev şer biqede ez ê 10 salan li girtîgehê bimînim. Ji bo ku kes nemire û goristan neyên bombekirin ez çûm, ne poşman im. Ji bo aştiyê em çûn lê em binçav kirn, dema ku em vegeriyan goristan bombe kirin. Ez, cezayê ku dane min qebûl nakim."