Ji roja ku hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin, Walitiya Amedê ku bi gefan xizmetên şaredariyê dane sekinan û dest li mekîneyên kar daniye, berpirsyariya gilêşa bajêr a ku ev bi rojane nehatiye paqijkirin û gefê li tendirustiya gel dixwe, li ser şaredariyên DBP’ê dihêle. 28’ê Cotmehê roja Înê polîsan bi ser Midûriyeta Îkmalê ya Mekîneyan de girtin û gotina, ‘’fermana Walîtiyê heye’’, ‘’li vir ti wesayit wê dernekeve. Heke wesayit ji vir derkevin berpirsyar hûn in. Têkildarî we wê gilh were kirin’’ gef li xebatkarên şaredariyê xwarin. Li ser vê jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî mijarê got, walîtiyê dest li ser mekîneyên kar daniye û nahêlin ku bixebitin.
Têkildarî astengkirina wesayitan Hevserokê Sendîkaya Genel Îşê Salîh Dogrul got, li hin şantiyeyên şaredariyê polîs li têket û derket nobetê digirin û bêyî ku hincitekê nîşan bidin, nahêlin wesayit bixebitin. Dogrul got, wesayitên ku derdikevin jî bi destûrê derdikevin û diyar kir, ji ber vê sedemê jî wesayitên gilêşê jî naxebitin.
Walitiya Amedê têkildarî kombûna gilêşê ya li nav bajêr daxuyaniyek da bêyî ku behsa qedexeyên xwe û gefên xwe bike û îdîa kir ku şaredariyên DBP’ê gilêşê nadin hev. Îro, saetên sibehê li navçeyên Navendê yên şaredariyên Amedê Baglar, Kayapinar, Yenîşehirê dest bi paqijkirina gilêşê kir. Li ser vê walîtiyê daxuyaniyek da û got, ‘bi mebesta pêkanîna tendirûstî, aramî û ewlekariya welatiyên me, ji hêla walîtiya me ve her cure tevdîr têne standin’’ Walîtiyê her wiha diyar kir, têkildarî wan kesan ku di ser medyaya civakî re kirinên dijdemokratîk ên walîtiyê protesto dikin wê gilih were kirin.