KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kobanê ji bo 1'ê Mijdarê amade ye
Kobanê ji bo pîrozkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amade ye. -
Rêveberê DBP’ê Arslan hate binçavkirin
Li Qoserê danê sibehê polîsên Tirk bi hemwextî avêtin ser malan. Rêveberê DBP'ê Arslan hate binçavkirin. -
Gerîlayan lê dan: Gelek çeper hatin rûxandin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Geverê çalakiyek pêk anîn. Di encamê de gelek çeperên leşkerên hatin rûxandin û gelek çekên leşkeran hatin desteserkirin. -
'Wê zilma AKP’ê li ber lehiya hêrsê têk biçe'
Siyasetmedarên kurd li dijî girtina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli û berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata nerazîbûn nîşan dan û got, ev girtin peyama tİnekirina vîna gelê kurd e. -
Polîsên Tirk êrîşî çalakiya kedkaran kirin!
Kedkarên ku dixwestin li Amadê çalakiya protestoyî çê bikin, bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk. -
Nîşaneya berxwedana Gimgimê: Rodî û Newroz
Li navçeya Gimgim a Mûşê ku xwerêveberî di destpêkê de li vir hat ragihandin, Şehîd Rodî û Şehîd Newroz bûn nîşaneya berxwedana li navçeyê. -
Li Amedê aloziya trafîkê
Li Amedê ji ber ku polîsên Tirk gelek rê girtine aloziya trafîkê dest pê kir. -
Karayilan: Divê ciwan tevlî nava refên Gerîla û YPS'ê bibin
Mûrat Karayilan: Em dikarin meşa azadiya Kurdistanê, meşa azadiya Rêber Apo bikin meşa serketinê. Lê ev bi we ve girêdayî ye... Beşdarî xebatên rêxistinê bibin, beşdarî nava refên YPS'ê bibin, beşdarî nava refên gerîla bibin. -
Şêniyên Qendîlê: Kobanê tê wateya qehremaniyê
Şêniyên binarê Qendîlê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gotin, "Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, êdî ji bo gelên cîhanê mînaka berxwedan û têkoşînê ye." -
KCD: Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye
KCD'ê girtina hevşaredar û siyasetemdaran û zextên li saziyên çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin, ku bi hev re li ber van êrîşan rabin." -
Dayik-bavên Cizîrî: Kolan ên zarokan e, ne yên polîs û leşkeran e
Li Cizîrê, piştî ku maşîna zirxî ya polîsan pê li Hakan Sarak kir û ew kuşt, dayik û bav bi tirs in ku zarokên wan li kolanan bilîzin. -
'Kurdistana azad a bi Rêberê azad, sedema me ya jiyanê ye'
Têkoşîn Germiyan ku bi bandora kekê xwe Botan Germiyan tevlî nava refên gerîla bû got, "Felsefe û bîrdoziya PKK'ê bersiva pirsa 'divê çawa were jiyîn?' dide mirovahiya azad." -
Kişanak, Ata û Anli hatin girtin
Îro Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli li gel Berdevak KJA’yê Ayla Akat Ata, sewqî edliyeyê hatin kirin. -
Li Qoserê li nuqteya polîsan teqîn
Li Qoserê li nuqteya polîsan a nęzî avahiya AKP'ê teqînek pęk hat. Li gor agahiyęn hatine bidestxistin herî kęm 3 polîs birîndar bûne û li herêmê dengę çekan bilind dibe. -
Li Geverê bomberdûman
Artêşa Tirk li Geverê bejahiya gund û taxên ku “qedexeya kolanan” lê hatî îlankirin bomberdûman dike. -
Buroya navendî ya DÎHA’yê hat mohrkirin
Li Amedê lêgerîna li buroya navendî ya DÎHA’yê ku bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de hat girtin, bi dawî bû. -
Li Şirnexê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin definkirin
Li Şirnexê cenazeyê 2 kesên ku nasnameya wan nayê zanîn li goristana bêkesan hatin definkirin. -
Polîsan bi ser buroya navendî ya DÎHA’yê de girtin
Mifetîş û polîsan li Amedê avêtin ser Avahiya navendî ya DÎHA’yê. -
YPG’ê nasnameya 22 şervanên xwe eşkere kirin
YPG’ê, nasnameya 22 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin. -
Rojnameya Prestîj jî hat mohrkirin
Bi KHK’a dawî ve rojnameya Prestîj a ku li Wanê hatibû girtin jî hat mohrkirin. -
Li taxa ku têl hatin rakirin jinûve avakirinê dest pê kir
Li Nisêbînê li 6 taxan qedexe bi qismî dewam dike, li Taxa Kişla bi rakirina têlan ve gel ji nû ve malên xwe lê dike. -
Rojnamevan: Bi înat em ê bi nivîsin
Di daxuyaniya hevpar a xebatkarên DÎHA, JINHA û Rojnameya Azadiya Welat de ku ji aliyê AKP’ê ya bi biryara KHK’ê ve hatin girtin, diyar kirin ku li pêşberî êrîşan gavê şûnde navêjin û wê nivîsîna xwe dewam bikin. -
Gel ji bo hevşaredarên xwe li ber edliyeyê ye
Gelê Amedê ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli ber Edliyeya Amedê kom dibe. -
Artêşa Tirk li Gever, Şemzînan û Çelê derbeyên giran xwar
HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbeyên giran li artêşa Tirk dane -
Nasnameyên 2 gerîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest dan
HPG'ê nasnameyên du gerîlayên li Çelê di şerê 14-15'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.