Dayik-bavên Cizîrî: Kolan ên zarokan e, ne yên polîs û leşkeran e
Li Cizîrê, piştî ku maşîna zirxî ya polîsan pê li Hakan Sarak kir û ew kuşt, dayik û bav bi tirs in ku zarokên wan li kolanan bilîzin.
Li Cizîrê, piştî ku maşîna zirxî ya polîsan pê li Hakan Sarak kir û ew kuşt, dayik û bav bi tirs in ku zarokên wan li kolanan bilîzin.
Malbat destnîşan dikin ku divê ji bo zarokan tedbîr werin girtin û dibêjin, "Kolan ên zarokan e, ne yên polîs û leşkeran e. Em dixwazin zarokên me mîna berê bi rengekî azad li kolanan bilîzin."
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, roja 24'ê Cotmehê Hakan Sarak ê 5 salî dema li nava kolanê bi lîstikê dilîst, maşîna polîsan a zirxî pê li wî kir û ew kuşt. Malbat bi tirs in ku zarokên wan li kolanan bilîzin.
'EM NAXWAZIN LI KOLANAN PANZER HEBIN'
Ji ber ku hêzên dewletê piştî ragihandin xwerêveberiyê bi rengekî bêperwa zarokan dikujin, malbat neçar dimînin ku zarokên xwe ji kolanan vekişînin. Taybet Yilmaz da xuyakirin, ku ew ne rehet in û êdî ditirsin ku zarokên wan derkevin derve. Yilmaz diyar kir, ew naxwazin li kolanên wan panzer bigerin û got, "Em ne rehet in. Em naxwazin li kolanên xwe panzeran bibînin. Zarokên me êdî nema dikarin bi dilê xwe li kolanan bilîzin. Em ketine rewşeke welê, ku dema zarokên me derkeve ber derî, em bi tirs didin dû wan."
'BILA ZAROKÊN ME BI RENGEKÎ AZAD LI KOLANAN BILÎZIN'
Dayika 5 zarokan Kûdret Kanmaz got, "Li şûna ku tirs û fikarên me kêm bibin, roj bi roj zêde dibin. Ji ber vê yekê em zarokên xwe ji kolanan bêpar dihêlin. Lê em çi bikin?"
Kanmaz wiha dewam kir: "Dibe ku mîna wî zarokê biçûk (Hakan Saraç) panzer pê li zarokên me jî bike. Ji xwe ne xema wan e. Zarokên me jî ji polîsan, wesayît û çekên wan ditirsin. Dema ew dikevin nava taxê yan jî kolanan, yekser baz didin û tên malê. Dibêjin 'dayê, dayê, polîs hatin'. Divê em tiştekî bikin. Kolan ên zarokên me ne, ne yên polîs û leşkeran e. Em dixwazin zarokên me mîna berê bi rengekî azad li kolanan bilîzin."
'BI ZANEBÛN ZAROKÊN ME DIKUJIN'
Bavê 10 zarokan Sitki Înedî jî mîna malbatên din ên Cizîrî difikire. Înedî xwest, kolan ji zarokan re were hiştin û got, "Ew maşînên ku bi rengekî bêperwa bi kar tînin, zarokên me dikujin. Ji bo wan ti cudahî di navbera eciqandina zarokekî û eciqandina heywanekî de nîne. Ew zarokên li kolanan dilîzin dibînin û ji bo wan bikujin wesayîtê bi lez bi ser wan ve dajon."
Keça 12 salî ya Înedî Sema jî got, "Ez natirsim. Em ê her tim li kolanan bin û bilîzin."
Li Cizîrê ku qedexe hê bi şev dewam dike, dorpêçiya polîsan didome. Polîsên ku bi rengekî bêperwaw bi maşînên zirxî li nava kolanan digerin, gefê li jiyana zarokan dixwin.