Karayilan: Divê ciwan tevlî nava refên Gerîla û YPS'ê bibin
Mûrat Karayilan: Em dikarin meşa azadiya Kurdistanê, meşa azadiya Rêber Apo bikin meşa serketinê. Lê ev bi we ve girêdayî ye... Beşdarî xebatên rêxistinê bibin, beşdarî nava refên YPS'ê bibin, beşdarî nava refên gerîla bibin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 31 kewçêrê 2016, 09:24
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di Gerîla TV de ji ciwanan re axivî. Karayilan di destpêkê de bi silav û rêzên xwe pêşkêşî ciwanan kir û got, "Ji bo we hemûyan bi hezkirin, bi rêzî silav û di jiyana we de ji bo we bi dil û can serketinê dixwazim. Hevalên hêja, ciwanên hêja; di roja îro de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di qonaxeke pir girîng re derba dibe. Dagirkeriya bi pêşengtiya Erdogan li Tirkiyeyê zilmê li ser gelê me dimeşîne, dît ku doza azadiya Kurdistanê di vê serdemê de derfetên serketinê bi dest xistiye. Ji ber vê tevî ku lawaz bûye, taqata berê pê re nemaye, AKP û Ergenekon bi hev re tifaq çêkirin û li ser doza azadiya Kurdistan ketin êrîşê. Êrîşên niha ku AKP û Ergenekon li ser gelê me dimeşîne ne ji xurtiya wan e, ji qelsiya wan e. Ew ditirsin, ditirsin ku wê êdî Kurdistana mezin ava bibe. Ew dibêjin Kurdistana mezin tê wateya Tirkiyeya biçûk. Ji ber vê yekê tevî ku lawaz in, lê bi taktîka êrîşê dixwaze gelê me teslîm bigire. Bala xwe bidinê; êdî fêhmkirin ku tenê li nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de li dijî me şer bikin wê negihêjin encamê. Lewma dest li Rojava werdan. Niha dixwaze dest li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê werde. Bi esasî li ser tevahiya gelên herêmî destwerdaneke dagirkeriya Tirkiyeyê heye. Ev hemû ji bo doza azadiya Kurdistanê paş bixe, marjînal bike, pêk tîne.
'DEWLETA TIRK TÊKÇÛNA XWE MÎNA SERKETINEKÊ NÎŞAN DIDE'
Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tİrk di dema nû de rêbazên şerê psîkolojîk pir zêde bikar tîne û wiha dewam kir:
"Ji xwe ti hêzeke dewleta Tirkiyeyê nemaye. Îstîxbarata xwe heye, teknîka xwe heye û yek jî amûrên şerê taybet hene. Şerê taybet, şerê psîkolojîk bi wateya xwe ya herî zelal tê maneya; propaganda û derewan. Pir zêde derewan dikin. Mesela dibêjin; me li Çelê, li Colemêrgê, li Ertûşê 400 kes kuştiye. Nizanim li filan derê me çiqas kes kuştiye. Ev ne rast in. Qels e, dixwaze xwe bi propagandayê xurt nîşan bide. Çawa ku dizekiya Erdogan îspat bû, dengê wî di qeydan de hat weşandin, lê bi propagandayê weke nebûye nîşan da. Niha li Kurdistanê jî dewleta Tirkiyeyê tevî ku li binketiye dixwaze xwe serketî nîşan bide. Em dinêrin gelek mirovên me, gelek ciwanên me weke ku jê tesîr dibin, xuya dikin. Lewma; ciwanên welatparêz, ên xebatkar, ên ku haya wan ji rastiyê heye, divê li hemberî van propaganda dijmin bêdeng nemîne. Divê hewl bidin. Hewl bidin ku ti ciwanên me nekevin bin bandora wan. Divê rêxistinê bi pêş bixînin. Xebatên rêxistinê bikin. Li zanîngehan, li hemû dibistanan, li taxan divê ciwanên Kurd xebatên rêxistinî di vê demê de li nava xwe bi pêş bixînin. Pêwîste ti kes nekeve bin bandora derewên dewleta Tirk. Nebe qurbanê şerê psîkolojîk. Lewma beriya her tiştî divê hewldaneke li hemberî propaganda dijmin, li hemberî xebatên îstîxbaratê yên dijmin bê meşandin. Bi taybetî di nava ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê meşandina xebateke bi vî rengî pir pir pêwîst e. Lê em dibihîzin niha li Geverê qehwe tijî bûne, ciwan li qehweyan dilîzin. Polîs jî li kêleka wan li maseyê rûniştine û tên bi wan re dilîzin. Dijmin dixwaze dijmintiya xwe bi rêbazên bi vî rengî binixumîne. Yanî ew polîsê ku ewqas ciwan şehîd kiriye, niha dixwaze bê qehwê û bi ciwanan re okey bilîze. Gelo ev ya qebûlkirinê ye? Li Geverê, Cizîrê, Amedê, Nisêbînê, li hemû deverên Kurdistanê, li metropolan divê hemû ciwanên Kurd li dijî kiryarên bi vî rengî yên dewleta Tirk hişyar bin, xwedî helwest bin. Xwe bi rêxistin bikin. Divê ti ji ciwanên Kurd nekevin bin bandora vê pêla şerê psîkolojîk. Ji ber vê yekê xebateke rêxistinî, xebateke hişyarî pêwîst e."
'JI BO SERKETINÊ DIVÊ CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan di dawiya axaftina xwe de got, "Wekî din, her kes dibêje û her kes dizane doza azadiya Kurd di qonaxeke girîng de ye. Ev qonax zemîna xwe heye ku tê de em bi ser bikevin. Serketin di ku re derbas dibe ciwanên hêja? Serketin bi we re dibe. Eger hûn xwedî li erka xwe derkevin, nehêlin kes bikeve bin bandora dijmin, xwe bi rêxistin bikin û hûn tevlî nava refên gerîla bibin, wê serketin çêbibe. Serketin li gel we ye. Em di vê demê de dikarin bi ser bikevin. Em dikarin meşa azadiya Kurdistanê, meşa azadiya Rêber Apo bikin meşa serketinê. Lê ew bi we ve girêdayî ye. Hûn weke ciwanên Kurdistanê, vê heqîqetê hîs bikin. Bi berpirsyariyeke mezin werin beşdar bibin, serketin wê sedî sed be. Roja îro gerîla mezin dibe. Lê enî jî mezin dibe. Li her derê heval lazim e. Ji ber ku enî fireh û mezin bûye. Û em dixwazin şerekî bi zanebûn, bi taktîk, bi rêbaz, şerekî profesyonel li hemberî dijmin bimeşînin. Û bi vî rengî serketinê misoger bikin. Lewma divê ciwan werin em perwerde bikin. Di vê demê de lazim e her ciwanekî Kurd pispor be. Bi siyasetê, bi şer, bi xweparastinê zanibe. Ev derfet li van deveran hene. Ewqas akademiyên me hene. Werin beşdar bibin û xwe bikin leşkerên profesyonel. Xwe bikin milîtanên serkertinê. Tiştê ku îro ji me, ji hemû gelê Kurd û ciwanên Kurd tê xwestin ev e.
Ez bawer dikim ku ciwanên Kurd bi pêşengtiya Çiyageran, Nûdayan, bi rastî wê di vê demê de rola xwe bilîzin, xwedî li vîna xwe derkeve. Hêviyên me, baweriyên me her tim bi we hebû, bi ciwanan hebû, aniha jî heye. Me berê jî gotibû, 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Lê ji bo vê divê hûn bi berpirsyarî nêzî vê dema girîng bibin, li rola xwe xwedî derkevin û beşdar bibin. Beşdarî xebatên rêxistinê bibin, beşdarî nava refên YPS'ê bibin, beşdarî nava refên gerîla bibin. Di vê der barê de em bi hêvî û bawerî ne. Bi vê hêvî û baweriyê ez ji we hemûyan re bi dil û can serketinê dixwazim. Û dibêjim 'Bijî bijî ciwanên Kurd', 'Bijî bijî Serok Apo'."