Buroya navendî ya DÎHA’yê hat mohrkirin

Li Amedê lêgerîna li buroya navendî ya DÎHA’yê ku bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de hat girtin, bi dawî bû.

Polîsên Tirk û memûrên darayî danê êvarî li Amedê bi ser buroya Ajansa Nûçeyan  a Dîcleyê (DÎHA) de girtin.

Kompîter û malzemeyên li buroya ajansê yek bi yek ji hêla memûran hatin jimartin. Karûbarê lêgerîn û jimartinê saet nêzî 20.30’an bi dawî bû.

Bi biryarnameya di hikmê qanûnê de ji bilî buroya navendî ya DÎHA’yê, malên wê yên li bajarên din û hesabên wê yên bankayê jî hatin desteserkirin. Buroya navendî ya ajansê hat mohrkirin.