BI DÎMEN

'Kurdistana azad a bi Rêberê azad, sedema me ya jiyanê ye'

Têkoşîn Germiyan ku bi bandora kekê xwe Botan Germiyan tevlî nava refên gerîla bû got, "Felsefe û bîrdoziya PKK'ê bersiva pirsa 'divê çawa were jiyîn?' dide mirovahiya azad."

Têkoşîn Germiyan di sala 1997'an de li navçeya Kelar a ser bi bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî ku kekê wê Botan Germiyan di sala 2004'an de tevlî nava refên gerîla bû, bi bandora kekê xwe ew jî di sala 2015'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Da xuyakirin, ku li nava malbat û derdora lê dijjiya, têkildarî tevgera PKK'ê nêrînên neyînî hebûn, lê belê daxwaza wê ya tevlîbûna li nava refên têkoşîna azadiyê ti carî qels nebûye. Germiyan, di pêvajoyeke bi vî rengî de tevahiya gelê li Başûrê Kurdistanê vexwend nava têkoşîna azadiyê.

'MIN BI RÊYA HEVRÊ BOTAN, PKK NAS KIR'

Germiyan got, "Piştî ku hevrê Botan tevlî nava refên têkoşînê bû, min jî biryara tevlîbûnê da. Min bi wî rêxistin nas kir" û qala hest û girîngiya têkoşîna kekê wê Botan kir: "Ez û Botan ku kekê min û hevrêyê min e, di nava sîstemê de gelekî cuda bûn. Hevrêbûyîn hesteke gelekî cuda ye. Şerê me bi hev re dikir tê bîra min. Bi zarokatî. Piştî ku em bûn hevrêyên hev, min bêhtir wateya jiyanê, her wiha kêmasiyên xwe nas kir. Li nava refên gerîla, me bi hev re bi hevrêtî şer kirin. Di nava rêxistinê de min hê bêtir ji hevrê Botan hez kir. Piştî ku min têkoşîna wî ya li nava jiyanê dît, min ji xwe re got ku ez gelekî bi şens im ji ber ku hevrêya wî me. Beriya tevlî nava refên têkoşînê bibe, di nêzîkatiya li pêşberî hevalên jin de gelek kêmasiyên wî hebûn. Lê belê piştî ku di nava PKK'ê de tevgera jinê nas kir, her tim digot, 'Ez deyndarê hevrêyên jin im. Ez ê bi jiyana xwe, rexnedayîna xwe bidim. Ji ber ku tevgera jinê ji bo min gelekî hêja ye'. Vê guhertina bêhempa ya bi wî re ji kêfxweşiyê jî wêdetir, berê min dida lêpirsînê."

'AZADIYA TU LÊ DIGERE LI NAVA REFÊN GERÎLA YE'

Gerîla Germiyan diyar kir, di nava refên gerîla de wê hevrê Botan nedîtiye, lê belê ya girîng ji bo wan, têkoşîna di nava heman dozê de, mayîna bi hevrêtî ye û got, "Me li çiyê hev nedît. Me gelekî xwest, lê ji ber şert û mercan firsenda me çênebû. Hesreta me herduyan bû rojekê em hev bibînin, li heman çeperê şer bikin. Daxwaza me ya yekane jî li Kurdistana azad dîtina Rêberê azad e. Ez û hemû hevrêyên min ji bo vê şer dikin, ji bo vê dijîn. Germiyan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hevrê Botan dema tevlî nava refên gerîla bû ji min re gotibû 'azadiya tu lê digere li çiyê ye. Li nava sîstemê li azadiyê negere, ji ber ku tu yê li wir nebîne. Azadiya rateqîn a tu dixwaze li nava refên gerîla ye, tu dikare li vir bibîne'. Ewilî min fêhm nekiribû bê dixwaze çi bêje. Demeke kurt piştî hatim qadên gerîla, min fêhm kir bê dixwaze çi bêje. Ez li vê derê hîn bûm ku jin mîna her kesî mafê xwe yê jiyanê heye, dikare şer bike, dikare azad bibe. Di nava PKK'ê de hîn bûm, ku divê çima şer bikim."

'TI ELEQEYA AZADIYA SEXTE BI JIYANA RASTÎ RE NÎNE'

Geriyan anî ziman feraseteke şaş a azadiyê li nava ciwanan hatiye bicihkirin û got, "Ji bo wan; xwendin, ger û geşt, bûyîna xwedî mal û wesayîtê, çûyîna her cihê dixwaze, azadî ye. Lê belê ti eleqeya azadiyeke bi vî rengî bi jiyana rastî re nîne." Gerîla Germiyan li ser rastiya Başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin kir: "Ev lîstikeke ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve tê lîstin. Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî zexteke giran li jin û ciwanan tê kirin. Ya ku pêşkêşî jin û ciwanan tê kirin jiyanek mîna mirinê ye. Ya rast di nava wê sîstemê de jin û ciwan her roj bi şêweyekî cuda tên kuştin. Di nava wê civakê de mirovê ku herî zêde xwe azad dibîne, di dawiya dawî de ber bi mirinê ve diçe. Rwşa ciwanan tirsnak e. Li Başûrê Kurdistanê ruhê berxwedêr ê ciwanan hatiye kuştin. Di nava sîstemê de ji manewiyatê bêhtir madiyat li pêş e... Di nava PKK'ê de rewş berevajî vê ye. PKK bi bîrdozî û felsefeya xwe, pêşî li mirovan vedike, asoyên mirovan fireh dike û bi mirovahiya azad bersiva 'divê çawa were jiyîn? dide."

'DIVÊ EM BIBIN YEK WICÛD Û JI BO AZADIYA KURDISTANÊ TÊBIKOŞIN'

Têkoşîn Germiyan da xuyakirin, ku hewl tê dayîn hêviyên ji bo şoreşê di nava civaka Kurdistanê de bê tinekirin, bêbaweriya li ser azadiya Kurdistanê were afirandin û destnîşan kir, ku ev lîstik hemû bên pûçkirin. Germiyan got, "Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin nîşan dide ku parçebûna bi çar parçeyan a Kurdistanê bi tenê li ser kaxizê ye. Eger îro ciwanên ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat di binê yek sîwanê de ji bo azadiyê têdikoşin, eger li Rojava dema ciwanek şehîd dibe, dilê dayikek li Başûr dişewite, hingî eşkere ye ku hêviya bi şoreşê re wê qet neqede. Sînorên ji aliyê dijmin ve hatine destnîşankirin, bi têkoşîna PKK'ê hatine pûçkirin. Îspat bûye ku Kurdistan ne çar parçe ye. Kurdistan ruh û beden e. Li mirovekî bifikirin; eger mil û lingê wî mirovî nebe, ew mirov seqet e. Dixwazin vê yekê bînin serê Kurdistanê. Dixwaze parçe parçe bike û seqet bihêle." Germiyan ev bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir: "Gelê Başûrê Kurdistanê dibêje 'Me Kurdistana xwe azad kir. Înşaleh hûn ê jî azad bibin'. Ev lîstikên dijmin e. Divê em neyên lîstikên dijmin. Ji xwe bi salan em bi têra xwe parçe kirin. Lê divê em niha bibin yek wicûd û ji bo azadiya Kurdistanê şer bikin. Heta ku em nebin yek, wê xeteriya parçebûnê li ser me her tim hebe. Azadiya pêşkêşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, azadiyeke sexte ye. Lazim e gelê me, jin, ciwan nekevin nava vê xefikê. Divê di bin sîwanekê de li dijî hêzên kapîtalîst û mêtînger şer bikin û Kurdistanê azad bikin."

...