Li taxa ku têl hatin rakirin jinûve avakirinê dest pê kir
Li Nisêbînê li 6 taxan qedexe bi qismî dewam dike, li Taxa Kişla bi rakirina têlan ve gel ji nû ve malên xwe lê dike.
Li Nisêbînê li 6 taxan qedexe bi qismî dewam dike, li Taxa Kişla bi rakirina têlan ve gel ji nû ve malên xwe lê dike.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li 6 taxên ku bi têlan hatî dorpêçkirin qedexe bi qismî didome. Li Taxa Kişlayê ku qedexe didome û bi têlan dorpêçkirî ye, bi rakirina têlan ve gel ji bo mal û kargehên xwe ava bike dest bi kar kir. Beşa taxê ya piştî têlan bi temamî hatiye şewitandin, li cihê ku têl hatine rakirin jî mal û kargeh tên tamîrkirin. Beşek ji gel li avahiyên ku zêde xisar nedîtine xwe bi cih kirin, mal jî ji nû ve tên avakirin.
LI NISÊBÎNÊ TI ERDÊN ME YÊN DIN NÎNE
Ji welatiyên ku malên xwe ava dike Sabrî Oral got; “Ti erdê me yên din nîne. Jixwe em ê dîsa li vir vegeriyana. 4 roj in me dest bi avakirinê kir. Dîsa mîna berê em ê li taxa xwe bijîn.”
GEL MALÊN XWE DIXWAZE
Huseyîn Îzgî yê mala xwe ya li pişt têlan nîşan da, got; “Berê ev hemû xanî, avahî bûn. Niha kêm mal mane. Bi giştî hilweşandin.” Îzgîn banga rakirina têlan kir û wiha pê de çû; “Têl bê rakirin em dest bi tamîrkirina malên xwe bikin. Lê ti tiştî ji me re nabêjin. 8 meh in em li bende ne. Ne dibêjin em ê vekin ne jî dibêjin na. Ti kes naxwaze ji Nisêbînê veqete. Bila malên saxlem hilneweşînin, gel malên xwe dixwazin.”
Her wiha, li Taxa Koçer a piştî têlan maşîneyên kar hilweşandina malan didomîne.