BI DÎMEN

Polîsên Tirk êrîşî çalakiya kedkaran kirin!

Kedkarên ku dixwestin li Amadê çalakiya protestoyî çê bikin, bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk.

Endamên Platforma Kedê li pêşiya Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl ya Amedê li hev civiyan û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 

Lê belê polîsên Tirk dor li nexweşxaneyê girtin û bi gaz û ço êrîşî girseya gel kirin.

Kedkarên ku polîtîkayên darbekar ên AKP'ê şermezar dikin, bi qîrîna dirûşmên "Em ê li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin" li dijî êrîşan li ber xwe didin.