Rojnamevan: Bi înat em ê bi nivîsin

Di daxuyaniya hevpar a xebatkarên DÎHA, JINHA û Rojnameya Azadiya Welat de ku ji aliyê AKP’ê ya bi biryara KHK’ê ve hatin girtin, diyar kirin ku li pêşberî êrîşan gavê şûnde navêjin û wê nivîsîna xwe dewam bikin.

Di pêşengtiya Cemiyeta Rojnamevanên Azad de ku girtina DÎHA, JINHA, Rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Yuksek Haber jî di nav de ku bi Biryara Hikmê Qanûnê ku ji aliyê hikûmetê ve hate derxistin hatin girtin li Şaxê ÎHD’ê ya Amed civînek hate lidarxistin. Di civînê de nûnerên weşanan, li gel xebatkarên DÎHA, JINHA û Azadiya Welat rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdar bûn.

Xwediyê Îmtiyazê ya Rojnmeya Azadiya Welat Remezan Olçen axivî û diyar kir ku ji bo faşîzma hikûmeta AKP’ê ya li dijî çapemeniya azad protesto bikin li vir kom bûne, salên 90’an jî tevî hemû êrîş û zextan jî rojnamevanan karê xwe kirin û nivîsandin. Olçen wiha got: “Çawa ku me duh jî nivîsan û ji îro û şûn de jî em ê binivîsin.”Olçen diyar kir ku çi bibe bila bibe ew weke çapemeniya azad wê binivîsin, wê dengê gel ragihînin. Olçen destnîşan kir ku ti hêz nikarin wan ji rêya ku bawer dikin bidin vegerandin.

CANOZER: EM TÊKOŞÎNA JINÊ DEWIR DIGIRIN

Nûçegihana JINHA’yê Bêrîtan Canozer jî daxuyaniya ku li ser girtina malpera wan hatî weşandin xwend. Canozer wiha got “Bi şiyara em dinivîsin… Bê ku bêjin mêr çi dibêjin dinivîsin. JINHA’ya ku heta roja îro bûye dengê jinan, zarokan, hejaran , Hikûmeta AKP’ê ya ku ji hêza jinê ditirse bi biryara KHK’ê bi polîtîkayên dijminahiyê bi Rewşa Awarte JINHA hate girtin. Em ê heta dawiyê di rêya Gurbetelî Ersozlan, Deniz Firatan û şîlan Arslanan de bimeşin û şopdarê têkoşîna wan bin.

MUFTUOGLÛ: EM Ê HETA DAWIYÊ RASTIYAN BINIVÎSIN

Midûrê Karê Nivîsê yê Berpirsê DÎHA’Yê Dicle Muftuoglû bal kişand ser êrîş û zextên hikûmeta AKP’ê ya ku bi rojan torên înternetê li Kurdistanê dan girtin, di rojên destpêkê yên polîtîkayên şer çapemeniya azad hedef hate girtin û xwestin bêdeng bikin. Mûftuoglû destnîşan kir ku DÎHA’ya ku ti carê ji rastiya nûçeyan bernedaye ji îro û şûn de jî wê rastin binivîse, tevî hemû êrîşan jî em gavê şûn de navêjin.

BOLTAN: ÇAPEMENIYA AZAD GAV ŞÛN DE NAVÊJE

Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî bi bîr xist ku ji roja avabûna Komara Tirkiyeyê ve hatan niha êrîş li ser Kurdan kêm nebûye û wiha anî ziman: “Berxwedana Apê Musa û Gurbetelî Ersoz ji bo me mîras maye. Em ê xwedî li vî mîrasî derkevin. Rohat Aktaş jî mînaka vê ya dawî bû. Dema ku li Cizîrê mirov bi saxî dihatin şewitandin wî kêlî bi kêlî bê tirs rewşa heyî ragihan. Çapemeniya Azad wekî her rojê îro jî gavê şûn de navêje.”

BÎLÎCÎ: WANE JI DÎROKÊ NEGIRTINE

Serokê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku dewlet dixwaze bi van êrîşan rastiyê asteng bike û pêşiya berxwedana gel bigire. Bîlîcî wiha got: “Em weke ÎHD van bûyeran şermezar dikin. Em ê cih li gel çapemeniya azad bigirin. Em vê biryarê şermezar dikein. Em dibînin weke her demê îro jî wane ji dîrok negirtine.”

Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” ve bi dawî bû.

 

...