Kobanê ji bo 1'ê Mijdarê amade ye
Kobanê ji bo pîrozkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amade ye.
Kobanê ji bo pîrozkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amade ye.
Kobanê ji bo pîrozbahiyên salvegera 2. amade ye. Pîrozbahî wê sibe saet di 10:00 de li hewşa Dibistana Seretayî ya Rêtiyê bi amadebûna bi deh hezaran kesî pêk were.
Şervanên YPG/YPJ ên di berxwedana dîrokî de birîndar bûn, Rêveberiya Kantonê, rêveberên TEV-DEM û PYD'ê jî wê tevlî pîrozbahiyê bibin. Di pîrozbahiyê de wê pêşangeheke wêneyek jî bê vekirin. Piştî vekirina pêşangehê wê berxwedana 134 rojan bi sînevîzyonê were nîşandan.
Endamê Komîteya Gaziyan Serkan Kobanê bi rêya telekonferansê, Serokê Kantonê Enwer Muslim, rêveberên TEVDEM û PYD'ê wê ji gel re baxivin.
Di pîrozbahiyê de wê komên muzîkê û şano yên TEVÇAND'ê derkevin ser dikê.
Ji şêniyên Kobanê Mahmûd Ehmed ku di dema berxwedanê de bajar neterikand û niha li benda pîrozbahiyê ye, 1'ê Mijdarê li berxwedêran pîroz kir. Ehmed da xuyakirin ku li dijî zîhniyeta paşverû ya DAIŞ'ê têkoşîna hebûn û rûmeta mirovahiyê hatiye meşandin û got, "Cîhanê tev ev têkoşîn dît. Ji ber vê yekê mirovahî xwedî li Kobanê derket û berxwedan mezin kir."
Ehmed diyar kir, pareke mezin a gelê Pirsûsê di serketina berxwedana Kobanê de heye.
Endamê Meclîsa Partiyê ya PYD'ê Îdrîs Nahsan jî da xuyakirin, ku sozên navneteweyî yên ji Kobanê re hatine dayîn bi cih nehatine anîn û bal kişand ser sozên ji bo ji nû ve avkiarinê ku bi cih nehatien anîn. Nahsan ragihand, hemû xebat ji aliyê kantonê ve hatine meşandin.