Artêşa Tirk li Gever, Şemzînan û Çelê derbeyên giran xwar
HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbeyên giran li artêşa Tirk dane
HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbeyên giran li artêşa Tirk dane
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li bejahiya Colemêrgê îro mabeyna artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de şerê dijwar rû daye. Di şer de herî kêm 20 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniya HPG’ê de têkîldarî detayên şer ev agahî hatin parvekirin;
LI GIRÊ ELÎŞÊR 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
29’ê Cotmehê danê sibehê saet 10.00’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Arnos de li dijî leşkerên ku xwe li girê Elîşêr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn çalakiyek berfireh hat lidarxistin. Gerîlayên saet ji 10.00’an heta 11.30’an bi çekên giran û hewanan bi awayekî zêde li girê Elîşêr dan, 10 roket îsabet kirine. Di encamê de gelek çeper û kon bêkêr bûne. Di konan de 6 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Saet 13.00-17.00’an helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe hewl dane rakin, lê ji ber çalakiyê neçar man vekişin û ji qadê dûr bikevin. Ev çalakî di şexsê Şehîd Medenî û Şehîd Ekîn de ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Girê Elîşer şehîd bûne hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê heta saet 18.00’an artêşa TC bi balafirên şer, obus û hewanan gelek cihên eraziyê ketober bombe kiriye.
30’ê Cotmehê (îro) saet mabeyna 07.00-08.00’an de dema helîkopterên Skorsky hewl dan li girê Elîşêr leşkeran deyne, gerîlayên me bi çekên giran lê dan. Ev helîkopterên Skorsky bêyî leşkeran deyne ji qadê dûr ketine. Piştî çalakiyê saet 09.00’an balafirên şer qad bombe kirine.
29’ê Cotmehê danê sibehê saet 09.30’an Kepçeyeke ku li girê Konserve yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê xebat dikar hat derbkirin û xebat hatî rawestandin. Dîsa li ser qadê ji saet 14.00’an heta danê êvarî 18.00’an li ser qadê tevgera balafirên şer çêbûye.
LI GIRÊ KOORDÎNE 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
29’ê Cotmehê saet 10.30’an gerîlayên me li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 çeper kirin hedef. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.
29’ê Cotmehê saet 11.45’an komek leşker ku ji 50 kesan pêk dihat, bi 2 tank û wesayîtên zirxî ve dema ber bi girê Şehîd Zekî ve diçû ji hêla hêzên me hatin hedefkirin. Di çalakiya sabotajê de wesayîta zirxî hat derbkirin û li vir 4 leşker mirine. Piştî çalakiyê sabotajê ev koma leşkerî ji nêz ve hatiye hedefkirin, 6 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de bi giştî 10 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê qad bi 2 helîkoperên Kobra, obus û hewanan hat hedefkirin.
29’ê Cotmehê saet 14.00’an balafirên şer derdora gundê Sipê yê girêdayî Çelê bombe kirine. Li vê qadê ti yekîneyên gerîlayên me nîne.
30’ê Cotmehê (îro) saet 08.30’an hêzên me li dijî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Li dijî 2 çeperan bi awayekî bi bandor çalakî hat lidarxistin, lê têkîldarî leşkerên mirî û birîndar agahiyên zelal nehatin girtin. Helîkopterên Skorsky ên hewl dan li vê qadê leşkeran deynin jî hatin hedefkirin û ji qadê hatin dûrxistin.
30’ê Cotmehê (îro) saet 09.30’an gerîlayên me li girê Koordîne 3 çeper kirin hedef û çalakî li dar xistin. Li çepera yekem di encama çalakiya sûîqestê de leşkerek mir. Çeperên duyem û sêyem bi çekên navîn û bombeavêjan hatin hedefkirin, lê encam nehatin zelalkirin. Qereqolên derdorê jî qada çalakiyê bi obus û hewanan bombe kirin.
30’ê Cotmehê (îro) saet 09.00’an balafirên şer mintiqa Dola Gijnê ya li qada Ertûş a girêdayî Çelê bombe kirin.
29’ê Cotmehê eraziya Nêveva û qûntarên Keça yên girêdayî Şirnexê bi obusan hat bombekirin, helîkopteran jî li eraziyê dan.
LI AMEDÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
29’ê Cotmehê gerîlayên me li dijî leşkerên li qada Şehîd Rojhat a navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê çalakiya sûîqestê li dar xistin. Di encama çalakiya sûîqestê de ku ji bo bîranîna hevrêyê me Şehîd Zenda saet 16.30’an hat lidarxistin, leşkerek hat kuştin.
LI BEJAHIYA GÊXÎ Û PÎLEMÛRÎ OPERASYON
Artêşa TC bi tevlîbûna hêzên li Çewlik û Dersîmê û cerdevanan ve li bejahiya mabeyna navçeya Gêxî a Çewlikê û navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê, di 23-28’ê Cotmehê de operasyonek 6 rojan li dar xist. Artêşa Tirk a ku bi tirsek mezin hewl dida li eraziyê tevbigere, roja yekemîn li tevahî qadê bi pêgerên hewayî yên keşfê ve bi awayekî zêde erazî keşif kirine, piştre jî leşker danîne û hin gir girtine. Nuqteyên krîtîk ên qadê bi helîkopterên Kobra hatin bombekirin û tenê roja şeşemîn karîbûn bi kismî ji bejahiyê eraziyê kontrol bikin. 27’ê Cotmehê roja heftemîn a operasyonê de gerîlayên me ji bo bîranîna hevalê me Şehîd Rûbar çalakiye li dar xistin. Di encama çalakiya sabotajê de çawîşekî pispor mir, leşkerên din jî birîndar bûn. Hêza operasyonê ya derbxwarî, 28’ê Cotmehê danê êvarî neçar ma ku li eraziyê yekîneyên veşartî bihêle û vekişe.
LI AGIRIYÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
28’ê Cotmehê li qada Kirê Halac a girêdayî Bazîda Agiriyê leşkeran bi yekîneyên veşartî kemîn datanîn. Hêzên me ev ferq kirin û nêzî saet 16.50’an de li dijî leşkerên ku xwe li girekî bi cih kiribûn ji nêz ve çalakî li dar xistin. Di çalakiya êrîşê de ku bi çekên ferdî û bombeyên destan hat lidarxistin, bi zelalî 5 leşker hatin kuştin. Di encama şer de ku nêzî nîv saetê dewam kir, hevala me Şiyar birîndar bû. Tevî hemû destwerdanên gerîlayên me jî hevalê me Şiyar nehatiye rizgarkirin û şehîd bûye. Sîcîla gerîlayê me yê şehîd wê piştre bê ragihandin.”