KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Ez gelê me silav dikim
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku polîsan avêtin ser mala wî ya li Amede û ew binçav kirin, bi parêzer Mehmet Emîn Aktar re hevdîtin kir. -
Yildirim: Me serî netewand, em ê serî netewînin
Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim: Me serî netewand, em ê serî netewînin! Em piştrast in ku ev gel wê destketiyên xwe biparêze. -
Demîrel: Bi şikandina deriyan, îrade teslîm nayê girtin
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel li ser binçavkirina wekîlan got, "Ev yek darbe ye. Em qebûl nakin." -
DBP'ê bang kir: Dem dema rabûna li ber darbeyê ye
DBP'ê destnîşan kir, ku bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî wekîlên HDP'ê re vîna gel hatiye talankirin û got, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin." -
Qeymeqamê Xelatê wek qeyûm tayînî şaredariya Pirxusê hat kirin
Şaredariya Pirxusê ya girêdayî navçeya Xelat a Bedlîsê bi qeyûm hat desteserkirin. -
Li dijî Çiyayê Gabarê operasyon
Artêşa Tirk li dijî Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon da destpêkirin. -
Leşkerên Tirk ji Zaxoyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn
Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk îşev bi deh otobusan ji Zaxoyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. -
Artêşa Tirk gundên Efrînê bombe dike
Artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran dike. -
Li Licê li 6 gund û gundikan qedexeya kolanan
Qeymeqamtiya Licê, li gundên Gokçe, Guçlû, Ziyaret, Sarince, Arikli, Dûrû û gundik û herêmên bejahî ya Lîcê qedexeya kolanan îlan kir. -
Rohat û Teysîr bi merasîmekê hatin oxirkirin
Bi hezaran kesî cenazeyên şervanê YPG’ê Cemîl Ehmed Deqorî (Rohat Zagros) û Endamê HAT Teysîr Hesen ên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ber bi bêdawîtiyê ve oxir kirin. -
Çeteyan Şêx Meqsûd bombe kirin: Zarokekî jiyaan xwe ji dest da
Di bomberdûmana çeteyan a li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de zarokeê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Malbatên Roboskiyan: Em hemû kedkarên çapemeniyê ne
Lêgerîna edaletê ya Malbatên Roboskiyê di hefteya 253. de dewam dike. Malbatan bertek nîşanî girtina DÎHA, JINHA û rojnameya Azadiya Welat dan û peyama “Em hemû kedkarên çapemeniyê ne” dan. -
Li Kurdistanê sewqiyata leşkerî
Di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê ya ku li dijî gelê Kurd destpê kir, sewqiyata leşkerî ya ku li Kurdistanê destpê kirî dewam dike. -
Li Çelê bi çekên giran çalakî
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Artêşa Tirk jî bi balafirên şer qadên gerîla bombe kirin. -
Nasnameyên 9 gerîlayên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameyên 9 gerîlayên ku 22’yê Cotmehê li Dersîmê jiyana xwe ji dest dane ragihand û got; “Têkoşîna xwe ya tijî fedakarî bi tevlîbûna karwanê şehîdan ve tacîdar kirine.” -
4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin
Li Colemêrgê, 4 kes di dema serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Nasnameya şervanekî YPS'ê hat eşkerekirin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, agahiyên li ser nasnameya şervanekî xwe ku li Amedê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştre jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Çeteyên Tirk çek û cebilxaneyan datînin gundên DAIŞ lê ye
Hat ragihandin, çeteyên Tirkiyeyê, alîkariyeke mezin a ji cebilxaneyê dane çeteyên DAIŞ'ê. -
Li Çelê amadekariya operasyonê
Li bejahiya navçeya Çelê liv û tevgera leşkerî heye. Li gorî agahiyan artêşa Tirk amadekariya operasyonê dike. -
Nerazîbûna li dijî girtina Hevşaredar Atabay
Girtina Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Rûniştina doza Hevşaredarên girtî hat taloqkirin
Doza ku tevî Hevşaredarên Erdîşê û endamên meclîsa şaredariyê bi giştî 25 siyasetmedarên Kurd lê tên darizandin, ji bo meha Kanûnê hate taloqkirin. -
Hêzên dewleta Tirk bavê Cemîle Çagirga bi lêdanê binçav kirin
Hêzên dewleta Tirk, ku Cemîle Çagirga li Cizîrê kuşt û ji ber ku nehişt cenaze were veşartin malbatê cenazeyê keça xwe bi rojan di sarincê de hişt, vê carê jî bi lêadnê bavê wê Ramazan Çagirga binçav kirin. -
Bavê 3 ciwanan: Ji ber ku zarokên min kurd bûn hatin kuştin
Malbata kesên li Dîlokê hatin kuştin, bal kişand ser nijadiya komkujiyê. Malbatê destnîşan kir ku xwestine ji cenazeyên zarokên wan şiklê stêrkê çêkin. -
QSD'ê bang li hêzên çekdar ên li Sûriyeyê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bang li hemû hêzên beşdarî şerê Sûriyeyê bûne kir, ku li gorî zagonên ku ji aliyê QSD′ê ve hatine erêkirin, tev bigerin. -
Encamnameya civîna awarte ya li Şengalê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna awarte ya Şengalê hat eşkerekirin. Di civînê de li ser gefên dewleta Tirk hat rawestandin û ji bo xweparastin û rêveberiya Şengalê statu hat xwestin.