4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin
Li Colemêrgê, 4 kes di dema serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê, 4 kes di dema serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Hêzên çekdar ên dewlet Tirk, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de avêtin ser gelek malên li Colemêrgê. Cîgira Hevşaredaran Fatma Yildiz, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Selahattîn Kûrt, rêvebera HDP'ê ya bajêr Ayşe Dûran û rêveberê berê yê DBP'ê Kenan Kaya hatin binçavkirin.
4 kesên ku nehat zanîn ji ber çi hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya li bajêr.