Li Çelê bi çekên giran çalakî
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Artêşa Tirk jî bi balafirên şer qadên gerîla bombe kirin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Artêşa Tirk jî bi balafirên şer qadên gerîla bombe kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev detay parve kirin;
“2’yê Mijdarê saet 13.00’an hêzên me li dijî girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
ÊRÎŞA HEWAYÎ
1’ê Mijdarê saet 11.00’an balafirên şer ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê qada Qela Bêdê, qûntarên girê Şehîd Mûnzûr, bejahiya gundên Sipê û Berçelan ên girêdayî Herêma Zapê bombe kirin. Dîsa, 3’yê Mijdarê saet 02.30-03.30’an balafirên şer li qada Şehîd Mûnzûr û Qela Bêdê dan.
3’yê Mijdarê saet 02.00-03.00’an balafirên şer mintiqa Şûkê ya girêdayî Herêma Avaşînê bombe kirin.
ŞERÊ DEMKURT
2’yê Mijdarê saet 15.00’an li nêzî gundê Tile ê girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê mabeyna gerîlayên me û leşkerên artêşa TC de şerekî demkurt rû daye. Piştî şer bi awayekî saxlem hêzên me vegeriyane bargehên xwe.”