Rûniştina doza Hevşaredarên girtî hat taloqkirin

Doza ku tevî Hevşaredarên Erdîşê û endamên meclîsa şaredariyê bi giştî 25 siyasetmedarên Kurd lê tên darizandin, ji bo meha Kanûnê hate taloqkirin.

25 siyasetmedarên Kurd ku Heşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn, Abdûrrahman Çagan û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de ne, li navçeya Erdîş a Wanê ji ber tevlî daxuyaniya xwerêveberiyê bûn, hatin girtin. Rûniştina çaremîn a vê dozê pêk hat.

Rûniştina dozê li 1. Dadgeha Cezayê Giran pêk hat û siyasetmedarên ku li bendê bûn bi rêya SEGBÎS'ê tevlî bibin, tevlî nebûn. Di rûniştinê d parêzer û xizmên girtiyan amade bûn.

Dadagehê biryar da 11 siyasetmedarên Kurd, ku hevşaredar Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan jî di nav de ne, girtî bimînin.

Rûniştina dozê ji bo 22'ê Kanûnê hat taloqkirin.