Nasnameya şervanekî YPS'ê hat eşkerekirin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, agahiyên li ser nasnameya şervanekî xwe ku li Amedê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştre jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, agahiyên li ser nasnameya şervanekî xwe ku li Amedê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştre jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Di daxuyaniya YPS'ê de hat gotin, "Ji ber îxbara kesekî agahî da çeteyên Qesrê, roja 30'ê Cotmehê, avêtin ser malên li taxa Fabrîka ya Yenîşehîr a Amedê. Di dema vê serdegirtinê de, endamekî me yê ku bi erka xwe radibû, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
Agahiyên li ser nasnameya endamê me yê şehîd bû, bi vî rengî ne:
Rêzan Farqîn / Nezîr Çîçek / Fatma - Mehmet / Ji Farqînê / Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmehê / Amed-Yenîşehîr."