KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di teqîna li Şirnexê de zarokekî din ji jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li Şirnexê de ku zarokê bi navê Ozgur Gerez (6) birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Dersimê di navbera ciwan û polîsan de şer
Polîsan êrîş birin ser ciwanên ku girtina hevserokan protesto dikirin. Piştî êrîşan gelek ciwan hatin binçavkirin. -
YPG:Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin
Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku di şêrê li bajarokê Silûk û gundên Kobanê de 6 çete hatin kuştin -
Sabahat Tûncel: Çi dibe bila bibe berxwedanê bidomînin
Binçavkirina Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel 24 saetan dirêj kirin. Tûncel li dijî êşkenceyên di bin çavan de ji kesên ku li gel di bin çavan de ne got: “Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin.” -
Zarokên ku li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan xuşk û biran e
Li Şirnexê ji ber bermahiyên leşekerê Tirk ên li pişt xwe hêlabûn di encam tewqîna wê de 2 zarokan jiyan xwe ji dest dane, der ket holê ku xuşk û biran e. Ji 4 zarokên ku birîndar bûne rewşa yekê giran e. -
Di navbera leşker û cerdevanê ku derketibûn operasyon de şer derket
Li Şirnexê di navbera leşker û cerdevanên ku derketibûn operasyonê ji ber ne li hevkirinê şer derket. Hat ragihandin ku di şer de cerdevanekî ku navê wî nehate zanîn birîndar bûye. -
Li Şirnexê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li Şirnexê jiber ku hêzên dewleta Tirk di kolanan de alavên xwe hiştin û di encama teqîna van alavan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Dikandarên Geverê guh nedan anonsa 'derabeyên xwe vekin'
Dikandarên navçeya Gever a Colemêrgê, guh nedan anonsa qeymeqamê Tirk ku gefa "eger hûn dikanên xwe venekin, wê doz were vekirin" li wan xwar. -
Li dijî girtinan li Dîlokê çalakiyên rûniştinê
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dîlokê, girtina Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê bi çalakiyên rûniştinê şermezar dikin. -
Girtina siyasetmedaran li Çewlikê hate şermezarkirin
Girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteran, li Çewlikê bi çalakiya rûniştinê hate şermezakirin. -
Meclîsa Sivîl a Minbicê ji bo koçberan bang kir
Meclîsa Sivîl a Minbicê destnîşan kir ku hejmara koçberan gelekî zêde bûye û 15 koçber hatine herêmê. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alîkariyê bidin koçberan. -
'Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û bi ser bikevin'
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bedlîsê girtina parlamenterên HDP'yî protesto kirin û diyar kirin, ew ê teslîmî faşîzmê nebin. -
Ji Kerkûkê desteka ji bo HDP'ê: Divê Kurd hemû li ber xwe bidin
Nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê li hev civiyan, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin û banga berxwedanê kirin. -
Girtina parlamenteran li Kurdistanê tê şermezarkirin
Gelê Kurdistanê, êrîşa li dijî parlamenterên HDP'ê weke vîna xwe dibîne û binçavkirin û girtina wan şermezar dike. -
'Em ê sibe li pêşiya KCD'ê dest bi têkoşîna xwe bikin'
Rêveberên HDP'ê dan xuyakirin, ku li dijî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin, "Em ê sibe saet di 13:00 de li pêşiya KCD'ê dest bi têkoşîna xwe bikin û heta hevalên me azad bibin, em ê têbikoşin." -
Ji Cizîrê peyama berxwedanê
Girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de ne, li Cizîrê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedan wê li her qadê were geşkirin. -
Li ser şaredariya Şirnexê qeyûm hat tayînkirin
Piştî ku Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ji wezîfeyê hat girtin, alîkarê Waliyê Tirk ê li Şirneê Tûran Bedîrhanoglû weke qeyûm li ser şaredariyê hat tayînkirin. -
Li Sêrtê operasyonên qirkirina siyasî
Girtina parlamenterên HDP’ê li Sêrte hat protestokirin. Polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û gelek kes binçav kirin. Danê sibehê jî Hevşaredarên Dihê hatin binçavkirin. -
Hevşaredarê Şirnexê Kadirhan ji wezîfeyê hate girtin
Piştî ku Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay tevî artêşeke ji leşker û polîsan çend roj berê hat navenda Şirnexê, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ji wezîfeyê hate girtin. -
Dikandarên Şemzînanê dikanên xwe venekirin
Piştî Geverê, dikandarên Şemzînanê jî dikanên xwe venekirin. -
Bîlançoya şerê 3 mehan hat eşkerekirin
HPG'ê bîlançoya şer a mehên Tebax-Îlon-Cotmehê eşkere kir. Li gorî vê yekê 1736 leşker û polîsên Tirk hatine kuştin, 21 ji van payebilind in. Her wiha 120 maşînên zirxî hatine rûxandin. Di vê demê de 214 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. -
Dikandarên Geverê dikanên xwe venekirin
Dikandarên Geverê, ji bo girtina 9 parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ne, dikanên xwe îro venekirin. -
Nasnameyên 7 ji 9 kesên li Amedê di teqînê de mirin, eşkere bûn
Nasnameyên 7 ji kesên li Amede di teqîna duh de mirin, eşkere bû. Cenazeyên her 7 kesan li Goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin. -
Şengalî li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan
Êzidiyên li Şengalê, li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Êzîdxanê, meşeke protestoyî lidar xistin. -
‘Li dijî faşîzma AKP-Erdogan divê Kurd bi ruhê şoreşgerî çalakiyan li dar bixin’
Ciwan û jinên Kerkûkî têkîldarî êrîşên qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesr bi ser HDP’ê de tîne got; “Ev operasyonek qirkirina siyasî li dijî Kurdan e. Li dijî vê pêwîst e her çar parçeyê Kurdistanê rabe ser piyan.”