Girtina siyasetmedaran li Çewlikê hate şermezarkirin
Girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteran, li Çewlikê bi çalakiya rûniştinê hate şermezakirin.
Girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteran, li Çewlikê bi çalakiya rûniştinê hate şermezakirin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Çewlikê, girtina Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê, li ber avahiya partiyê bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.
Rêveberên partiyan, xwendekarên zanîngehê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Girseya gel dirûşma "Dest nede vîna min, naxwe tu yê jî bişewite" qîriya.
Çalakiya ku nîv saetê dewam kir, bi qîrîna dirûşman qediya.