Dikandarên Geverê guh nedan anonsa 'derabeyên xwe vekin'

Dikandarên navçeya Gever a Colemêrgê, guh nedan anonsa qeymeqamê Tirk ku gefa "eger hûn dikanên xwe venekin, wê doz were vekirin" li wan xwar.

Dikandarên Geverê ji bo girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, dikanên xwe îro venekirin. Qeymeqamê Tirk ê li Geverê bi rêya hoparlorên mizgeftê anonsa 'dikanên xwe vekin, naxwe doz wê li we bê vekirin" kir. 

Piştî vê hişyariya qeymeqam, mirovên mayî jî sûk terikandin.

Li navçeya ku bêdengî heye, polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî digerin û wêneyên dikanan digirin.