NÛ BÛ

Nasnameyên 7 ji 9 kesên li Amedê di teqînê de mirin, eşkere bûn

Nasnameyên 7 ji kesên li Amede di teqîna duh de mirin, eşkere bû. Cenazeyên her 7 kesan li Goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin.

Di 4'ê Mijdara 2016'an de serê sibehê li ber Dibistana Polîsan a Polisên Taybet û TEM'ê ya Amedê teqîn pêk hatibû. Di teqînê de 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, 2 jî miribûn. Cenazeyên 7 ji 9 welatiyên sivîl li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hatin definkirin. Nasnameyên 7 kesên ku li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin diyar bû. Cenazeyên 7 kesan di saetên cuda de li goristanê hatin definkirin. Kesên jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan diyar bûn wiha ne: Riza Çinar, Kadrî Tabîer, Halîme Bulut (58), Merve Emre (16), Hava Fidanboy (43) Zeynep Sevînçer (26) û Recaî Altay (53) (Rêveberê DBP'ê yê Çunguşê yê berê) 

Hat zanîn ku li xweşxaneya Baglarê zêdeyî 60 birîndar, li nexweşxaneya Genesîsê zêdeyî 60 birîndarî û li nexweşxaneya Mamorielê jî zêdeyî 50 birîndar û li nexweşxaneyên din ên dewletê jî gelek birîndar din hene. 

Li gorî nûçeya Reuters ku agahiyên xwe dispêre ajansa Amaqê, DAIŞ'ê ev çalakiya li Amedê li xwe girtiye.