Li Dersimê di navbera ciwan û polîsan de şer
Polîsan êrîş birin ser ciwanên ku girtina hevserokan protesto dikirin. Piştî êrîşan gelek ciwan hatin binçavkirin.
Polîsan êrîş birin ser ciwanên ku girtina hevserokan protesto dikirin. Piştî êrîşan gelek ciwan hatin binçavkirin.
Bi armanca protestokirina hevserokên HDP’ê û parlementeran li Qada Azadiyê ciwana rê girtin û agir kirin, li ser vê yekê polîs bi TOMA yê êrîş kir. Di navbera ciwanên bersiva êrîşan da û polîsan de şer derket. Bi hatina gelek wesayîtên zirxî û hêzên polîsan ên çewîk şer belavî kolanan bûn. Ciwanên ku pêşiya wan li Qada Seyîd Riza hatin girtin hatin derbkirin û binçavkirin. Têkildarî jimara kesên ku hatin binaçavkirin û navê wan agahiyên zelel nehatine bi destxistin.
Çalakî bi belavbûna nava kolanan re bi dawî bû.
Tevgera wesayîtên zirxî û TOMA’yan a di nava bajêr de dewam dike.