Hevşaredarê Şirnexê Kadirhan ji wezîfeyê hate girtin
Piştî ku Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay tevî artêşeke ji leşker û polîsan çend roj berê hat navenda Şirnexê, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ji wezîfeyê hate girtin.
Piştî ku Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay tevî artêşeke ji leşker û polîsan çend roj berê hat navenda Şirnexê, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ji wezîfeyê hate girtin.
Li Şirnexê, ku ji 14'ê Adarê û vir ve qedexe, hilweşandin û talan lê heye, Hevşaredar Serhat Kadirhan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hate girtin. Alîkarê Hevşaredaran Şîrîn Kilinç da xuyakirin, ku nivîsa li ser girtina ji wezîfeyê ya Kadirhan, li şûna Hevşaredar ji wî re hatiye şandin û wî ev qebûl nekiriye.
Kilinç her wiha ragihand, xwestine kaxiza teblîgatê ne di dema kar de jê re were dayîn û got, "Dema ez di rê de dimeşiyam hema derketin pêşiya min û kaxiz dirêjî destê min kirin. Gotin, eger qebûl nekim, ew ê dozê lê vekin. Ji bo kaxiza girtina ji wezîfeyê ya Hevşaredar gotin, 'kaxizek ji rêzê ye, îmze bike'."
Mîna ku li şaredariyên din ên DBP'yî hat kirin, tê payîn ku piştî girtina ji wezîfeyê, qeyûm li şaredariyê bê tayînkirin.