Li Taxa Gundogdû ya Şirnexê ku ji 14’ê Adarê ve ‘Qedexeya kolanan’ dewam dike, di dema ku zarokan dilîstin di encama teqîna heyberekê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, der ket holê ku xuşk û biran e. Ji 4 zarokên birîndar bûne rewşa yekê girane.
Hat ragihandin ku di encama bermahiyên leşkerên Tirk de Nîhat û Evîn Erez ên jiyana xwe ji dest dane xuşk û biran e. Her wiha di teqînê de Rozelîn, Ozgur û Adem Gerez û zarokê ku navê wî nehate zanîn birîndar bûne.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, rewşa yek ji birîndaran giran e.