Di navbera leşker û cerdevanê ku derketibûn operasyon de şer derket

Li Şirnexê di navbera leşker û cerdevanên ku derketibûn operasyonê ji ber ne li hevkirinê şer derket. Hat ragihandin ku di şer de cerdevanekî ku navê wî nehate zanîn birîndar bûye.

Li devera Besta Dereler a Şirnexê di navbera leşkerên ku duh derketibûn operasyonmê û cerdevanên li gundê Milakerê de şer derketin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, di navbera wan de aloziyek derket û di navbera leşker û cerdevanan de ji ber sedemkî nayê zanîn şer derket.

Piştî gotûbêjan di navber a koman de şer derket.

Leşker û cerdevanên ku çek li hev rastkirin di encama gulereşandinê de cerdevanekî ku navê wî nehate zanîn birîndar bû.

Cerdevanê ku birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.