‘Li dijî faşîzma AKP-Erdogan divê Kurd bi ruhê şoreşgerî çalakiyan li dar bixin’
Ciwan û jinên Kerkûkî têkîldarî êrîşên qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesr bi ser HDP’ê de tîne got; “Ev operasyonek qirkirina siyasî li dijî Kurdan e. Li dijî vê pêwîst e her çar parçeyê Kurdistanê rabe ser piyan.”
ANF
KERKÛK
şemî, 5 sermawezê 2016, 07:08
Rehan Hemedî, Komal Serbend, Leyla Baban û Ahmet Abdulvahap wiha bang kirin; “Ji ber Erdogan dizane wê têk biçe, êrîşî Kurdan dike. Divê gelê Kurd bi ruhê şoreşgerî xwedî li hilbijartiyên derkeve. Divê gelê Kurdistanê bibe yek û bi awayekî pûçkirina van êrîşan serî hildin.”
Hevseroka Tevgera Azadî Rehan Hamedî: Girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê êrîşek herî mezin e ku li dijî Kurdan pêk hatiye. DAÎŞ’ê jî ev êrîş nekiriye. Ji ber Erdogan tehamulî destkeftiyên Kurdan nake wisa êrîş dike. Her roj Kurdan qetil dike, hevşaredaran davêje hepsê, dezgehên çapemeniyê digre. Partiyê ji sedî 13 deng girtine. Gel hilbijartî ye û şandiye wir. Li dijî bang li tevahî rewşenbîr û akademîsyen, nivîskaran dikim, dengê xwe rakin. Divê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê jî li dijî vê rewşê helwesta xwe deyne holê. Wek Tevgera Azadî em ê nesekinin. Em bisekinin jî wê gelê me nesekine. Herî dawî bang li hêzên navneteweyî dikin, li hember vê rewşê bêdeng nemînin.
Komal Sermend: Mê kêm zêde texmîn dikir ku wê faşîzma Erdogan êrîşên xwe bîne vê astê. Girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê polîtîkayek qirkirina siyasî ye ku li dijî gelê Kurd pêk tê. Girtina wekîlan, girtina gelê Kurd e. Qutkirina dengê ew însanên ku deng dane HDP’ê ye. Kî mûxalîf hebe Erdogan berê xwe didiyê. Ji ber wê êrîşî Kurdan dike. Vê tenê li Bakurê Kurdistanê nake, li Başûrê Kurdistanê jî êrîş dike. Êrîşî Rojava dike, êrîş tevahî Kurdistanê digre nav xwe. Divê li dijî vê faşîzmê gelê Kurd rabe ser piyan, ciwanên Kurd bi ruhê şoreşgerî serî hildin.
Leyla Baban: Erdogan dîktatorek ku dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê jî Kurdan tine bike. Êrîşî jinan dike, êrîşî hilbijartiyan dike, êrîşî çapemeniyê dike. Divê li hemberî vê faşîzma dewleta Tirk û Erdogan ti partiyên siyasî, parlamenter bêden nemînin, xwedî helwest bin. Divê tevahî gelê Kurdistanê li dijî vê zilmê rabe ser piyan û ti kes li malên xwe rûnenê. Pêwîst e her kes kolanan dagire, Kurd li çar parçe Kurdistanê bibin yek.
Ahmet Abdulvahap: Ev ne cara yekem ku Erdogan êrîş dike. Dewleta Tirk gelek caran bi operasyonên qirkirinê hewl daye Kurdan bitepisîne, lê ti tişt bi dest naniye. Kurdan hê zêdetir xwe bi rêxistin kirin. Li ber Kurdan dewleta Tirk û AKP-Erdogan nikarin bibin asteng. Li dijî van êrîşan ez bang li gelê Kurdistanê dikin, li dijî faşîzma Erdogan serî hildin.