Li Şirnexê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li Şirnexê jiber ku hêzên dewleta Tirk di kolanan de alavên xwe hiştin û di encama teqîna van alavan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li Şirnexê jiber ku hêzên dewleta Tirk di kolanan de alavên xwe hiştin û di encama teqîna van alavan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Yeşîlyurt a Şirnaxa ku ji 14’yê Adarê û vir ve tê hilweşandin û tê talankirin teqîn çê bû.
Li gorê agahiyên destpêkê di teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 4 zarok jî birîndar bûn.
Tê gotin ku têqîn dema ku zarok bi alavên leşkerî yên ku di nav xerebeyan de dilîzin teqin rû dide.
Zarokên ku birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li cihê bûyerê heta niah ti lêkolîn nehatiye kirin.