Dikandarên Geverê dikanên xwe venekirin
Dikandarên Geverê, ji bo girtina 9 parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ne, dikanên xwe îro venekirin.
Dikandarên Geverê, ji bo girtina 9 parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ne, dikanên xwe îro venekirin.
Dikandarên navçeya Gever a Colemêrgê, girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, şermezar kirin û bi vê armancê dikanên xwe venekirin.
Ji bilî firin û dermanfiroşan, li navçeyê ti dikan nehatiye vekirin. Navenda navçeyê bêdeng e.
Li serê her kolanan wesayîtên zirxî yên polîsên Tirk hene.