Li dijî girtinan li Dîlokê çalakiyên rûniştinê

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dîlokê, girtina Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê bi çalakiyên rûniştinê şermezar dikin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dîlokê, girtina Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê bi çalakiyên rûniştinê şermezar dikin. Çalakiyên rûniştinê yên duh dest pê kirin, îro jî dewam kirin.

Li avahiyên ku çalakî li ber tên lidarxistin, pankarta bi nivîsa "Azadî ji siyaseta demokratîk re" û dowîzên bi nivîsa "Canekî me heye, bila ew jî feda be" hatin vekirin.

Çalakiyên rûniştinê yên bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Şahînbeyê, avahiya HDP'ê ya navçeya Şehîtkamîlê û buroyên pêwendiyê yên HDP û DBP'ê yên Gazîkentê dewam dikin.

Di dema çalakiyan de li axaftinên Demîrtaş ên di mîtîngên beriya niha de kiribû, hate guhdarîkirin.

Tê payîn, çalakî bi rengekî bêdem bidome.