'Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û bi ser bikevin'

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bedlîsê girtina parlamenterên HDP'yî protesto kirin û diyar kirin, ew ê teslîmî faşîzmê nebin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Bedlîsê, girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê, li ber avahiya DBP'ê ya bajêr şermezar kirin. Girseya gel li ber avahiyê li hev civiya û li dijî AKP'ê dirûşme qîriya.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cahît Aysal li vir axivî û diyar kir, îradeya bi mîlyonan kesî tine hatiye hesibandin. Aysal got, "Em tayînkirina qeyûman weke desteserkirina vîna gel dibînin. Ev pêkanîna ku îradeya gel tine dihesibîne û rêveberiyên herêmî yên hatine hilbijartin bêkêr dike, ji bo her kesên ji demokrasî û edaletê bawer dikin, bêhikum e. Em van polîtîkayên girtin, binçavkirin, zext û zordariyê şermezar dikin. Em ê teslîmî faşîzmê nebin. Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin."