Girtina parlamenteran li Kurdistanê tê şermezarkirin

Gelê Kurdistanê, êrîşa li dijî parlamenterên HDP'ê weke vîna xwe dibîne û binçavkirin û girtina wan şermezar dike.

Gelê Kurdistanê, êrîşa li dijî parlamenterên HDP'ê weke vîna xwe dibîne û binçavkirin û girtina wan şermezar dike.

ŞIRNEX

Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz li avahiya partiyê daxuyanî da û got, "Em, konsepta şer ku hikûmeta AKP'ê li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, lenet dikin. Darbeya siyasî ya hatiye kirin, li dijî vîna gelê Kurd e. Bi van zextan nikarin bi me. Çi dibe bila bibe, emê ji doza xwe venegerin."

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr dûre axivî û anî ziman, zîhniyeta ku bajarê wan hilweşand, niha jî hewl dide derbê li vîna gel bixe.

Îmîr lenet li vê êrîşê anî û got, "Em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ev helwest ne ya qebûlkirinê ye. Em dibînin ji aliyê siyasî ve kêm maye Tirkiye întixar bike. Weke pêkhateyên tevgerê, em ê li dijî zext û şîdeta li gelê me tê kirin her tim li qadan bin. Em dîlgirtina siyasiyên xwe qebûl nakin û li her qadê em ê berxwedanê geş bikin."

RIHA

Bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên Rihayê, li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Haliliyeyê daxuyanî hat dayîn. Tevî Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan gelek rêveberên partiyê tevlî bûn. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Halît Yildiztekîn li vir axivî û bang li her kesî kir, ku li dijî vê destwerdana li vîna 6 mîlyon kesî, dengê xwe bilind bikin. Parlamenter Dîlek Ocalan jî anî ziman, ku parlamenterên HDP'ê dîl hatine girtin û got, "Mîna ku Hevserokê me Demîrtaş û Sebahat Tûncel gotin, em ê ji sedî sed bi ser bikevin.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî, gel nerazîbûn nîşanî girtina parlamenteran dan. Şêniyên navçeyê bi şev çalakiya dengderxistinê lidar xist û nava rojê jî dikandaran dikanên xwe venekirin.

AMED

Li Amedê jî, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda werin dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 404. de dewam kirin. Di çalakiyê de girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê hate şermezarkirin. Di çalakiya vê hefteyê de li çîroka Mehmet Şîrîn Bayram ê li Pasûrê di sala 1996'an de hat windakirin, hat vegotin.