YPG:Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin

Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku di şêrê li bajarokê Silûk û gundên Kobanê de 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihanda YPG′ê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên yên li ser gundên Kurdisan, Qedriyê, Şemsedîn û Genterî, daxuyaniyek nivîskî da.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin: ″5′ê Mijdarê di saet derdora 03.00’an de çeteyên DAIŞ′ê êrîşek berfireh birin li ser gundên Kurdîsan, Qedriyê û Şemseddîn yên dikevin başûr rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Hêzên me bi awayekî tund bersiv dan êrîşa çeteyan. Li gundê Qadriyê û Kurdisan şerê dijwar ê sîng bi sîng rû da. Êrîşa gundê Şemseddîn jî ji aliyê hêzên me ve vala hat derxistin. Piştî şerên dijwar, sibehê hêzên me li qadê operasyonek destpê kirin. Encamên operasyon, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan û encamê şer nehatiye zelalkirin. Di şerên dijwar de hevalekî me ku bi lehengî şer dikir, gihiştiye şehadetê.

4′ê Mijdarê saet di 23.00’an de çeteyên DAIŞ′ê êrîş birin ser gundê Haco ya dikeve rojavayê gundê Genterî yê giredayî Silûkê. Şerê ku piştî êrîşa çeteyan destpê kir, heta saet 04.00’an bê navber berdewam kir. Di van şeran de qasî hat zelalkirin, 6 çeteyên DAIŞ′ê hat kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.”