Meclîsa Sivîl a Minbicê ji bo koçberan bang kir
Meclîsa Sivîl a Minbicê destnîşan kir ku hejmara koçberan gelekî zêde bûye û 15 koçber hatine herêmê. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alîkariyê bidin koçberan.
Meclîsa Sivîl a Minbicê destnîşan kir ku hejmara koçberan gelekî zêde bûye û 15 koçber hatine herêmê. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alîkariyê bidin koçberan.
Meclîsa Sivîl a bajarê Minbicê der barê pêla koçberiyê de daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsê ya li Minbicê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî ve hate xwendin. Hejmarek endamên Meclîsê jî dema xwendina daxuyaniyê amade bûn.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: "Weke Meclîsa Sivîl a Minbicê em ji raya giştî re radigihînin ku derfeta me ji bo vê hejmara mezin a koçberan nîn e. Ji ber ku hînê Minbic birînên xwe yên zilm, zordarî û xirabeyên ku terora DAIŞ'ê hiştiye, dipêçe. Pirsgirêka kêmbûna alîkariyan jî heye. Ji ber wê em bang dikin. Di nava çend rojên derbasbûyî de nêzî 15 hezar koçber ji bajarê Reqa û gundên wê, Meskenê û gundên wê, Babê û gundên wê hatin, derfetên Meclîsa Minbicê têrê nake alîkariyan bide."
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê bang li rêxistinên Navneteweyî kir û wiha dom kir: "Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovahî yên têkildarî rewşên mirovahiyê dikin ku demildest alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin. Zivistan hatiye û bi zêdebûna hejmara koçberan re êş û azara wan zêde dibe."
Pêla koçberên ji herêmên Babê, Reqa, Meskenê, Dêra Zorê û Dêrhafrê ku di bin dagirkiriya çeteyan de ye zêde dibe. Piraniya koçberan berê xwe didin herêmên rizgarkirî.