Di teqîna li Şirnexê de zarokekî din ji jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li Şirnexê de ku zarokê bi navê Ozgur Gerez (6) birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Di teqîna li Şirnexê de ku zarokê bi navê Ozgur Gerez (6) birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Li Şirnexa ku ji 14’ê Adarê ve qedexe lê dewam dike û bûye kavil, li taxa Yeşîlyûrt di encama teqîna bermayên leşkerî li pişt xwe hêlaye Evîn (5) û Nîhat (2) Gerez ên xuşk û bira jiyana xwe ji dest dabûn. Ozgur Gerez (6) ê birayê Nîhat û Evîn ê ji bo dermankirinê rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî jiyana xwe ji dest da. Adem Gerez (7), Rozerîn Gerez (8) û Ûmît Bînîcî (6) ên birîndar dermankirina wan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dewam dike.
Li aliyê din Evîn û Nîhat Gerez ên xuşk û bira li gundê Dehlabî yê girêdayî navenda Şirnexê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya gelek kesan hatin definkirin.