Dikandarên Şemzînanê dikanên xwe venekirin

Piştî Geverê, dikandarên Şemzînanê jî dikanên xwe venekirin.

Ji bo şermezarkirina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dikandaran dikanen xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan ti cih ne vekirî ye.

Li aliyê din, li Geverê polîsên Tirk wêneyên dikanên ku ji bo şermezakirinê nehatine vekirin dikişînin. Her wiha ceza li hin dikandaran birîn.