KURDISTAN
"Di sala 1'emîn a merasîma şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê de weke Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Neavêtina gavê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye."
Bahar Bîlge ya 87 salî koça dawî kir ku hevjînê wê, 2 kur û 2 neviyên wê li nava Têkoşîna Azadiyê şehîd bû û xwe weke 'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' dida naskirin.
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
YNK: Derba mezin wê AKP bixwe!
YNK xwest ku di serî de hevserokên HDP’ê hemû wekîl serbest werin berdan û got AKP di têkoşîna demokrasiyê de wê derba xwe bixwe.
-
-
-
-
-
-
-
Demîrtaş: Tenê gelê min dikare min darizîne
Demirtaş ku nîvê şevê hat binçavkirin, îfade neda dozger û parastina hevpar kir. Demîrtaş di parastina hevpar de got: "Zû an dereng wê têkoşîna me bi ser bikeve. Rejîma genî ya Erdogan nikare me darizîne. Tenê gelê me dikare me darizîne."
-
-
-
Bab û Şehba diyarker in
Ji Meclîsa Babê Qedur Elo got, bajarê Babê ji bo pratîkbûna sîstema Federal a Demokratîk diyarker e û anî ziman, êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Şehbayê li dijî vê yekê ne.
-
Şengal a di bin siya Mûsilê de
Şengal bi operasyona Mûsil û Telaferê re careke din kete rojevê. Zêdeyî saleke hatiye rizgarkirin, lê gel hê nikare bi cih bibe. Li bicihbûna şêniyên herêmê re bê vekirin jî, êdî dewleta Tirk gefê lê dixwe.
-
-
-
KCK: Dema gotinê qediya ye, li her cihî serhildan divê
KCK: Dema gotinê qediya ye. Lazim e gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li her cihî rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Pêwîste jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd nîşanb idin, ku desthialtdariya AKP'ê nikare vîna Kurdan bişikîne. Roj roja berxwedanê ye.
-
'Jiyana me kirin xetereyê'
Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Dêrgulê Meryem Akyurk û welatiyên bi navê Hadî Guler û Feyruz Nas ji ber ku Midûriyeta Polîsan a Sêrtê wêneyên wan weke 'sûcdaran' di malperan de belav kir, serî li dozgeriyê dan.
-
Îfadeya Demîrtaş û Pîr hate girtin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê Amedê Ziya Pîr ên nîvê şevê bi operasyonê hatin binçavkirin, kar û barên ragirtina li Edliyeya Amedê qediya. Tê payîn dozgerî biryarê li ser rewşa wan bide.
-
-
Ok: AKP wê mîna yên beriya xwe ne bêdawî be
Ok diyar kir, AKP hewl dide xwe bi zilm û zorê li ser piyan bigire û got, "Li Tirkiyê ji destpêka têkoşîna gelê kurd heta niha bi dehan serokomar, serokwezîr, serfermandarî hatin û çûn. Ew ê AKP’ê jî ne bêdawî be."