KCK: Dema gotinê qediya ye, li her cihî serhildan divê

KCK: Dema gotinê qediya ye. Lazim e gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li her cihî rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Pêwîste jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd nîşanb idin, ku desthialtdariya AKP'ê nikare vîna Kurdan bişikîne. Roj roja berxwedanê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ASTA NÛ YA ÊRÎŞA TOPYEKÛN

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin: "Desthilatdariya faşîst a AKP'ê, di serî de hevserok Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, gelek parlamenterên HDP'ê binçav kirin. Ev êrîş, xeleka dawî ya bicihanîna biryara tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd de ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de hat girtin. Êrîşa şerê topyekûn ê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de dest pê kir, gihîşt qonaxeke nû. Ev binçavkirina HDP'yiyan, êrîşa ji bo şikandina vîna gel e. Ev binçavkirin di heman demê de tê wateya nenaskirina hebûna gelê Kurd. Îlana biryar û polîtîkaya qirkirin mêtîngeriyê ya ji bo qetandina Kurdan e.

BIRYARA GIRTINÊ ZÛDEYÎ HATIYE DAYÎN

Ev biryara girtinê zûdeyî hatiye dayîn. Bi tenê li benda rewş û demê man e. Yek ji mijarên ji aliyê şefê faşîst Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yê faşîst di hevdîtinê de axivîn, ev girtin e. Di vê hevdîtinê de Tayyîp Erdogan destekeke tam ji Devlet Bahçelî dîtiye. Êdî AKP û MHP bûne partiyek. Ji xwe hemû polîtîkayên MHP'ê ji aliyê AKP'ê ve bi cih tên anîn.

Ev girtin di salvegera 14. a desthilatdariya AKP'ê de hatine girtin. Bi vî awayî AKP'ê nîşan daye ku îdeolojî û polîtîkaya xwe ya rastî çi ye. AKP'ê nîşan daye ku dixwaze bi tepisandina Kurdan re dixwaze sîstemeke hegemonîk a nû ava bike. Tayyîp Erdogan dixwaze weke lîderê nû yê damezrîner û AKP jî weke partiya nû ya damezrîner bi binpêkirina Kurdan re sîstema xwe ya faşîst a hegemonîk otorîter ava bikin. Ev êrîşa AKP'ê ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê, êrîşa rakirina astengiyên li pêşiya avakirina sîstema dixwaze ye. Lewma wê êrîşên xwe zêde bike û bidomîne. Yekane rêya van êrîşan bisekinîne, têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê ye.

ÊDÎ DEMA GOTINÊ QEDIYA YE

Ev êrîş ji navendekê ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê hemû çapemenî bi yek dengî, binçavkirina parlamenteran bi navê 'operasyona terorê ya li dijî HDP'ê' diweşîne. Ji aliyê wê navendê ve hatiye diyarkirin, ku piştî van binçavkirinan wê kîjan manşet werin bikaranîn û şerekî çawa yê taybet li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bê meşandin. Hemû weşan û daxuyaniyên ji niha û pê ve wê ji bo rewakirina van binçavkirinan bin. Tifaqa AKP û MHP'ê wê bi dijwarkirina polîtîkaya eciqandina hêzên şoreşger, bidome. Êdî dema gotinê qediya ye. Lazim e gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li pêşberî vê rewşê li ber xwe bidin, rabin ser piyan. Eger berxwedan neyê nîşandan, wê bibe sedem ku mêtîngerî polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên ji bo qedandina Kurdan bê astengî bimeşîne.

DIVÊ BAŞÛR, ROJAVA, ROJHILAT Û KURD HEMÛ RABIN SER PIYAN

Êrîşên qirkirinê yên mêtîngeriyê ne tenê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê ye; êrîşeke qirkirinê ye li dijî Kurdên li Başûr, Rojhilat e. Lewma Kurdên li her derê Kurdistanê û li her devera cîhanê, divê li dijî van êrîşan rabin ser piyan. Hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê, divê helwesteke hevpar li dijî girtinan nîşan bidin û bang li hemû Kurdan bikin ku li dijî vê êrîşê têbikoşin. Bi taybetî divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, hemû hêzên siyasî helwesteke hevpar nîşan bidin û bang li gel bikin ku li dijî dewletê têbikoşe. Li dijî vê êrîşê divê Kurd helwesta hevpar nîşan bidin û têbikoşin. Kîjan hêza siyasî li hemberî vê êrîşa li dijî vîna siyasî ya gelê Bakurê Kurdistanê bêdeng bimîne, wê di bin tawanbariyeke mezin de bin.

ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE

AKP û MHP li dijî demokratîkkirina Tirkiyeyê li ber xwe didin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. AKP û MHP ji ber ku ji demokrasiyê ditirsin, van êrîşan dike. Eger hêzên demokrasiyê li ber xwe bidin, ev êrîş wê erin şikandin, Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Lewma hemû hêzên demokrasiyê û mirovên pêşverû yên li dijî desthilatdariya AKP'ê ne û dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, em bang li hemûyan dikin ku li dijî van êrîşan têbikoşin.

Di serî de gelê Amedê divê hemû bajar û bajarok li ber êrîşan rabe. Lazim e jin û tevahiya gelê Kurd nîşan bidin ku desthilatdariya AKP'ê nikare vîna gelê Kurd bişikîne. Roj roja bexwedanê ye. Roj li dijî kesên dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin, roja rabûna ser piyan e."