Yuksekdag: Tenê gelê min yê ez hilbijartime dikare min bixe lêpirsînê

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku derxistin edliyeya Amedê li dozgeriyê got, ti daxwaz û hêviya me ji we nîn e. Ji ber xebatên min ê siyasî tenê gel ê ku ez hilbijartime dikare min bixe lêpirsînê.’’

Hevseroka HDP’ê, di parastina xwe ya dozgeriyê de got, ‘’Ji ber ku Erdogan ku xwedî paşerojeke şîlo ya siyasî ye, ferman daye we ev şanoya darazê dest pê kiriye û ez nabim fîguranê vê şanoyê. Ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Tenê gelê ku ez hilbijartime, ji ber sedemên siyasî dikare min bixe lêpirsînê.’’

Yuksekdag piştre parastina hevpar a partiyê da û got:

“Di reweşeke wiha de ku giramgiriya welatê me li ber piyan diçe, ez qebûl nakim ku bibim objeyek ji vê daraza siyasî. Li dijî şexsê we ti dudilî û bêhurmetiya min nîn e.  Ji ber ku Erdogan ku xwedî paşerojeke şîlo ya siyasî ye, ferman daye we ev şanoya darazê dest pê kiriye û ez nabim fîguranê vê şanoyê. Ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Tenê gelê ku ez hilbijartime, ji ber sedemên siyasî dikare min bixe lêpirsînê. 

Ez ê bersivê nedim yek pirsa we, ti baweriya min pê nîn e ku darizandina hûn bikin li ser bingehê dadmendiyê be. Anîna min a vir jî li dijî hiqûqê ye. Muxatabên siyasetmedaran li qada siyasetê siyasetmedar in ne endamên darazê ne.’’

Bi berdewamî Yuksekdag got, ‘’Ti gumana me jê nîn e ku em ê ji pergala faşîst xilas bibin ku li ser navê seroktiyê li welêt û gel tê ferzkirin. Di şexsê Erdogan de rejîma genî wê biguhere.

Ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Ji ber kar û barê min ê siyasî tenê gelê min ê ku ez hilbijartime dikare min bixe lêpirsînê. Têkildarî tawanbariyên li ser min, ez bersivê nadim yek pirsê. Di vê qonaxê de ez heqê xwe yê bêdengbûnê bi kar tînim.’’