Wekîlên binçavkirî bi helîkopterên leşkerî anîne
Hate diyarkirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, wekîlên HDP’ê Sirri Surreyya Onder û Gulser Yildirim ên li Enqereyê hatin binçavkirin bi helîkopterên Skorsky anîne Amedê.
Hate diyarkirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, wekîlên HDP’ê Sirri Surreyya Onder û Gulser Yildirim ên li Enqereyê hatin binçavkirin bi helîkopterên Skorsky anîne Amedê.
Derket holê ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, wekîlên HDP’ê Sirri Surreyya Onder û Gulser Yildirim ên li Enqereyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin binçavkirin bi helîkopterên Skorsky anîne Amedê. Yuksekdag, Yildirim û Onder ên êvarî bi operasyonek hemwext li Enqereyê ji hêla polîsan hatin binçavkirin, li helîkopterên leşkerî hatine siwarkirin, anîne Amedê û sewqî edliyeyê kirine.
Tê zanîn ku Sirri Surreyya Onder ji ber fobiya xwe nikare rêka hewayê bi kar bîne. Hate diyarkirin ku Onder ê her tim rêkên bejahî bi kar tîne, bi zorê li helîkopterê hatiye siwarkirin.