Demîrtaş: Tenê gelê min dikare min darizîne

Demirtaş ku nîvê şevê hat binçavkirin, îfade neda dozger û parastina hevpar kir. Demîrtaş di parastina hevpar de got: "Zû an dereng wê têkoşîna me bi ser bikeve. Rejîma genî ya Erdogan nikare me darizîne. Tenê gelê me dikare me darizîne."

Li dijî HDP’ê şev nîvê şevê operasyona qirkirina siyasî  pêk hat. Di operasyona qirkirina siyasî de Hevszerokên Giştî yên Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdag, Parlalenterên HDP’ê Sirri Sureyya Onder, Gulser Yildirim û Ziya Pir, piştî hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Hevserokê Gîştî yê HDP’ê  Selehattîn Demîrtaş, li pêşberî dozgeriyê parastina hevpar xwend û diyar kir ku tenê gel dikare wan darizîne. Demîrtaş, di parastina hevpar de anî ziman ku zû agno dereng dê têkoşina wan a demokratîk bi ser bikeve û pergala jîma genî ya Erdogan dê têk biçe. Demîrta, di parastina hevpar de anî ziman ku tu hevî û bendewariyên wî ji wan tune û got: “Ji ber xebatên min ên siyasî tengê gelê min dikare min darizîne.” 

Pişti Hevserokên Giştî yê HDP’ê Selahatîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û wekilên HDP’ê Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder anîn edliya Amedê, polîsan derdora edliyê girtin û ji bilî parêzeran destûr nade kesên din biçin edliyê. 

Parastina Demirtaş û Ziya Pir a hevpar wiha ye: 

"Tu hêvî û daxwazek min ji we tune ye. Ji ber xebatên min ên siyasî ancak gelê min ê ez hilbijartîm dikare min bi darizîne." 

Parastin wiha didome: "Partiya min di hilbijartinên 7'ê hezîrana 2015'an de ji 6 milyonî zêdetir deng girtin û ket parlementoyê. Ji bendava sedîa10 derbas bû û 80 parlementer birin meclisê. Vê yekê îtkîdara AKP'ê ya bi serê xwe bi dawî kir. R. Tayyîp Erdogan li hemberî îradeya gel rêz negirt û avakirina hikûmeta koalîsyonê asteng kir. Di vê navberê de dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Ji ber ku encamên hilbijartinê kêrî karê wî nehat şer da destpêkirin û şewat berda welat. Ji ber hawira şer a hatî afirandin welatiyan bi tirs û xofa ewlehiyê, di nav şokbûnekê de tev li hilbijartina ji şert û mercên wekhevî û adîl dûr, bû. Erdogan bi awayek bêrê û rêbaz, parlemento, daraz fes kiriye. 

Li aliyê din, di dema Serokwezîrtiya xwe de gelek sûc kirine. Ji rişwet, dizî, pakandina pereyê qirêj, qulkirina ambargoya navneteweyî ya li ser Îranê, piştgiriya komên terorîst ên li Suriyeyê gelek sûcên mezin kirine. Ji bo xwe ji van sûcan xilas bike li hemberî darazê darbe pêk aniye, bi zordariyê daraz kontrol kiriye. Ji bo bi tevahî sûcên xwe veşêre dixwaze tevahiya rayeyan bigire destê xwe. Ji bo vê welat xistiye nav pêvajoyek şer a dijwar. Ji bo rejîma diktatorî ava bike, hemû rê û rêbazan pêk tîne. 

Erdogan li hemberî rejîma xwe ya dîktatorî astenga herî mezin wekî HDP dibîne. Ji ber ku partiya me di hilbijartinên 1'ê sermawezê de bi 59 parlementeran ket parlementoyê, Erdogan nikare Makezagonê li gorî xwe çê bike û rejîma dîktayê ava bike. Ji bo vê bi armanca hejmara 367 parlementeran bi dest bixe, dixwaze hilbijartinek pêşwext an jî herêmkî pêk bîne."

Di berdewama parastinê de rêgezên HDP'ê yên wekî neteweya demokratîk, pir zimanî, pir çandî, demokratîk, ekolojîst tên vegotin û yekîtiya gelên tirk, kurd, ereb, ermen, tirkmen, çerkez, baweriyên suryanî, êzidî, mihelmî û derdorên din ên cuda tê bi bîrxistin. Di parastinê de bi taybetî li ser helwesta HDP'ê ya di warê azadiya jinê de tê destnîşan kirin û rêjeya jinê ya di nav siyaseta demokratîk a HDP'ê de tê vegotin. Hewildanên HDP'ê yên ji bo aştiya civakî tên daxuyandin û têkoşîna wê ya ji bo aştiyê tê destnîşankirin. 

HDP êrîşên li hemberî parlementeran û darizandina parlementeran jî wekî tehdîdet li hemberî van daxwazên mirovîn dinirxîne. Parastin bi biryardarî û hêviya ku dê bi têkoşîna hevpar pêşiya faşîzma tê xwestin bê avakirin, bigire û têkoşîna demokrasiyê dê serbikeve. 

Parastina bi gotina, "daxwaz û hêviyek min ji we tune ye. Ancak gelê min dikare xebatên min ên siyasî bidarizîne"